Heyeta ji dervê welêt hat derbarê rewşa guvend agahî girt 2019-01-13 13:50:19   AMED - Heyeteke ku ji dervê welêt hat, derbarê parlamentera DHP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guevn ku li dijî tecrîda li Îmraliyê 67 roj e di greva birçîbûnê  de ye û ya girtiyên ku di gerevê de ne ji TJA'yê agahî girtin.    Heyeteke ji 7 kesên ji Îngilistan, Îrlanda, Îtalya û Almanyayê pêk tê, hat Amedê. Heyetê derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leylya Guven û ku 67 roj e di greva birçîbûnê de ye û ya girtiyên di grevê de ji Tevgera Jinên Azad (TJA) agahî girt.  Heyeta ku hat li ser navê TJA'yê ji aliyê Gulcîhan Şîmşek, Zeynep Demîr û Ayşe Gokkan ve hat pêşwazîkirin.     Heyetê derbarê rewşa Leyla Guven, greva birçîbûnê û rewşa tendirustiya wê û ya girtiyên din de ji Gulcîhan Şîmşek agahî girt.