Çalakvanên li Mexmûrê: Dengê me bibihîzin 2019-01-13 12:20:26   MEXMÛR - Greva birçibuyine ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) li dijî  şikandina tecrîta li ser Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan hatî despê kirin, di roja 29’an de ji aliyê koma 10’an ve bi merasimekê hat dewirgirtin.    Greva birçibuyine ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ku li dijî şikandina tecrîta li ser Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan hatî despê kirin, di roja 29’an de ji aliyê koma 10’an ve bi merasimekê hat dewir girtin. Beriya ku merasim dest pê bike ji bo tevahî pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê koma 10’an ya çalakvanên gireva birçîbûnê bi silavkirin koma 9’an çalakî dewir girt.   'Em çalakiya Leyla Guven silav dikin'   Çalakvanên Jin ên koma 10’an ya çalakiya gireva birçîbûnê hestên xwe anîn ziman. Ji çalakvanên jin Hîvîdar Babat wiha got: “ Ez wek çalakvana koma 10’an ya gireva birçîbûnê di despêkê de çalaki û berxwedana Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Gûven û endamê HDP’ê Nasir Yağiz silav dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim. Ji bo Rêberê me  çi ji destê me bê em ê bikin. Em bang li yên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin û dewletên navneteweyî dikin ku dengê me bibihîszin û xwedî li erka xwe dekevin.   'Em wekheviya  gelan dixwazin'   Çalakvana bi navê Lelê Demir jî wiha hestên xwe anîn ziman: “ Ez ji wek çalakvana koma 10’an di despêkê de berxwedana Leyla Gûven û Nasir Yağiz yê ku ev nêzî du mehin di gireva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger dene ji dil û can silav dikim û ji wan re serkeftinê dixwazin.” Lelê wiha bang li tevahî Gelê Kurd û dostên wan kir: “ Em bang li tevahî kurdan dikin ku rabin ser lingan û xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin. Heta ku ev  Rêberê me azad bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em bang li dostên kurdan jî dikin ku xwedî li dostên xwe yên kurd derkevin ku em bi awayekî wekhev li ser yek xakê bijîn. Ez dubare serkeftinê ji çalakvanên di gireva birçîbûnê de ne re dixwazim û wan silav dikim.”