Ji bo Sakîne Cansiz û hevalên wê li Parîsê meş hat lidarxistin 2019-01-13 11:40:09   NAVENDA NÛÇEYAN -Li hemberî Qetlîama Parîsê xwepêşandaneke mezin hate lidarxistin û li hemberî bêdengiya li dijî qetlîamê nerazîbûn hate nîşandan.   Li Parîsê li pêşiya Gare Nordê 15 hezar kes kom bûn û bi kortejeke dirêj heta Qada Rebûqlîqûeyê li dijî bêdengiya li hember Komkujiya li Parîsê ku di encamê de 3 jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan meş hate kirin. Çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku Leyla Guven pêşengiya wê dikin, mora xwe li meşê xistin. Gelek rêxistinên jinan û partiyên çepgir tevlî çalakiyê bûn.   Di çalakiyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Em kujeran nas dikin, yên ku ferman dane divê werin darizandin. Divê dadgehên Fransayê peywira xwe bi cih bînin. Divê Ocalan were azadkirin. Divê piştgiriya bi grevên birçîbûnê re were mezinkirin. Divê dagirkeriya Tirkiyeyê were bidawîkirin. Divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst were derxistin.”   Li ser navê TKJ-E’yê axaftin hate kirin. Di axaftinan de ev tişt hatin diyarkirin: “Yên ku heval Sara qetil kirin, heval Sara bi cîhanê re dan naskirin.”   'berxwedan peywira me ye'   Li ser navê kesên ku hatibûn qetilkirin, bavê Fîdan Dogan û bavê Leyla Şaylemez axivîn.  Hasan Dogan ê ku bavê Fîdan Dogan e got ku “Gelê Kurd ji xeynî berxwedanê tu rêyeke wî tune ye.” Bavê Leya Şaylemez Cuamlî Şaylemez jî ev tişt got, “Ev şeş sal in em hesap dipirsin. Ev peywira me gişan e.”   Koordînatorê Partiya Çep Danîelle Sîmonnet jî ev tişt got;"Qatlîma parîsê qirkirina jinê ye. Fransayê peywira xwe bi cih neanî lê em sûcdar û kesên ku ferman dane, wan baş nas dikin.” Sîmonnet di berdewamiyê de diyar kir ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê ew ê roja Çarşemê biçin Strasboûrgê û di 25’ê Çileyê de jî ji bo ku tevlî rûniştina Leyla Guven bibin ew ê biçin Tirkiyeyê. Sîmonnet bal kişand ser vî tiştî ku divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst derkeve û got ku, “Ocalan, Mandelayê Kurdan e. Divê Ocalan ji bo aştiyê serbest were berdan.”   'Em dixwazin dengê rêberê xwe bibihîzin'   Li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê Mûstafa Sarikaya diyar kir ku Ocalan deng û hebûn û azadiya Kurdan e û got ku, “Em dixwazin dengê Rêberê xwe bibihîzin. Heta ku em dengê Rêberê xwe nebihîzin, em ê dev ji Strasboûrgê bernedin.”   Li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin Alîkara Şaredar Helene Bîdard jî diyar kir ku ew ê vê bêdengiyê qebûl nekin.   Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.