Malbatên girtiyên di grevê de: Divê em dengê wan bidin bihistin 2019-01-13 09:10:53   WAN - Malbatên girtiyan diyar kirin ku ew heta dawî piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên din û wiha gotin: “Ya dikeve ser milê me ev e ku em dengê wan bidin bihistin. Heta tecrîd bi dawî be em ê ligel girtiyan bin.”   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir û îro grev di roja 67’an de ye. Piştre li girtîgehan bi armanca piştgiriya Leyla Guven di 16’ê Kanûnê de dest bi çalakiyên greva birçîbûnê hat kirin. Daxwaza girtiyan jî wek ya Leylayê ev e ku tecrîd bi dawî bibe. Malbatên girtiyan jî piştgirî dan çalakiya wan û bang kirin ku daxwazên wan bên cih. Malbatên girtiyan yên li taxa Xaçorta Wanê, destnîşan kirin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û gotin wê piştgiriya wan bidome.   ‘Çalakiya Leyla Guven ji bo me hemûyan e’   Halîme Orhan daxuyakirin ku rewşa tenduristiya Leyla Guven hatiye astek krîtîk û wiha pê de çû: “Her çiqas grev ji meclîsê re hatibin ragîhandin jî hîna çareseriyek pêk nehatiye. Li welat her tim aloziyek heye. Ev bi salane em di bin tecrîdê de dijîn. Ev zilm wê kengê bidawî bibe. Divê dewlet çareseriyekê pêk bîne. Wisa bidome wê gelek xerab bibe. Bila gel hişyar be. Leyla Guven ji bo me bedena xwe da ber mirinê.”   Ji malbatakê 5 girtî di grevê de ne   Havva Kurt jî bi lêv kir ku 5 girtiyên wan niha di grevê de ne û ev tişt anî ziman: “Bêguman wê çalakiya wan bi encam be. Dibe ku gelek bedel bên dayîn lê heta tecrîd ranebe em ê piştgiriyê bidin girtiyan. Bila her kes dengê girtiyan bide bihistin.”