Greva birçîbûnê ya Mexmûrê koma 10’emîn dewir gir 2019-01-12 13:14:06   MEXMÛR - Greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja 28’an de ji aliyê koma 10'emin ve bi merasîmekê dewir hat girtin.   Greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja 28’an de ji aliyê koma 10'emin ve bi merasîmekê dewir hat girtin. Beriya ku merasîma dewirgirtinê dest pê bike ji bo tevayî têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgitinê Hevseroka Meclîsa Gel Filîz Budak di heman demê de çalakvana koma 9'emîn bû axivî.   Di dewirgirtina koma 10'emîn de, Hevseroka Meclîsa Gel Filîz Budak axivî û got: “ Em weke gelê Kurd bi salane di bin nîrê dagirkeriyê yên desthilatdar de dijîn,  hêza berxwedana me ji nedîtî ve hatî dîtin. Li beranberî hemû zilm û zordariyan ala berxwedanê ji destê gelê Kurd neketiye û her tim mîna meşaleyekê ber bi azadiyê ve diçe, bilind dibe û geş dibe.”   Filîz  bal kişand li ser damezirandina PKK û wiha pê de çû: “Koma destpêkê ya avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê ji 6 kesan dest pê kir û bi demê re bû Partî, Artêş û niha bûye hêzek wisa ku li himberî hêzek wekî dêwan şer dike û berxwe dide.”   Komê herî dawî bi devkî stiran û şahiyekê çalekî dewrî komê kirin.