Serlêdana ji bo çalakvanê greva birçîbûnê ya Mexmûrê didome 2019-01-12 10:31:29   MEXMÛR - Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlementera Colemêrgê Leyla Guven ku di 16'ê Kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Gelê Wargehê jî semt bi semt serlêdana çalakvanên di greva birçîbûnê de dikin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya Hevseroka KCD'ê û Parlementera Colemêrgê Leyla Guven ku di 16'ê Kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû didome, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Gelê Wargehê jî semt bi semt serlêdana çalakvanên di greva birçîbûnê de dikin.   Endamê semta Şehîd Robar û berdevkê koma yekemîn a gireva birçîbûnê, Robar Îlhan axivî û wiha hestên xwe anî ziman: " Em hemû hevalên ku di gireva birçîbûnê de cih digirin silav dikin û piştgiriya xwe ji bo wan didin diyarkirin. Heta tecrîd bi dawî bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin."   Berdevkê koma 9'an ya çalekiya gireva birçîbunê, Nîhat Pusat jî wiha hestên xwe anî ser ziman: " Em jî wek berdevkê koma 9'an di despêkê de xêrhatina Semta Şehîd Rûbar dikin. Ev nêzî 20 salane ji aliyê dewleta tirk ya dagirker ve tecrîdek girankirî li ser Rêberê me tê meşandin. Wek tê zanîn di hemû peymanên mafê mirovan de tecrîd sûcekî mirovahîyê ye. Lê dema mijar dibe Kurd hemû dezgehên mafên mirovan li hemberî van sucan bêdeng dimînin. Em bêdengiya wan ya li hemberî vê yekê bi awayekî tund şermezar dikîn."   Serlêdan bi dirûşmeyên ' Bijî Serok APO, Şehîd Namirin' bi dawî bû.