Çalakvanên li Silêmanî hatin binçavkirin dest bi greva birçîbûnê kirin 2019-01-12 10:15:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên ku duh di bîranîna sê jinên şoreşger a li Parka Azadî ya Silêmaniyê de hatin binçavkirin dest bi greva birçîbûnê kirin.   Duh bi armanca bîranîna her sê jinên siyasetmedar ku di  komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çakakvanên medenî yên jin, kesayetên siyasî û endam û rêveberên Tevgera Azadî , Bereya Demokrasiya gel û RJAK’ê li parka Azadî kom bûn. Wê di bîranînê de kurte filma ku berxwedana Sakine Cansiz vedibêje, hatiba nîşandan û xelata îsal ya Sakine Cansiz pêşkêşê Leyla Guven hatiba kirin. Lê ji ber asayîşa Silêmanî hêzeke zêde rewaneyê Parka Azadî kir mûdexeleyê girseya gel kirin û di encamê de piraniya wan jin û zarok jî di navê de bi giştî 52 kes binçav kirin. Şeva din tenê 5 kes hatin berdan. Yên din niha li Girtîgeha Kanî Gome de ne.   Li gorî agahiyên bi dest Rojnews'ê ketine, li Girtîgeha Kanî  Gome kesên hatine biçavkirin li dijî birçavkirina bêqanûnî dest bi greva birçîbûnê kirin.