Ji girtiyê ku ketibû greva birçîbûnê 7 roj in agahî nayê girtin 2019-01-12 09:59:04   EDENE - Hat hînbûn ku 3 girtiyên surgunî Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Kankadereya Rîzeyê bûn, ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirine hatine derbkirin. Her wiha girtiyên ku ji ber ku hatin derbikirin rakirin nexweşxaneyê ev 7 roj in agahî ji wan nayê girtin.    Girtiyê bi navê Mahsun Saglam ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Kankadereya Rîzeyê dimîne binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi saya malbata xwe bi raya giştî re parve kir. Orhan Can, Kemal Yigit û Murat Budabak ji Girtîgeha Girtî ya T'yê ya Hejmera Duyem  a Rihayê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Kankadereya Rîzeyê hatin kirin û lêgerîna tazî li wan hat ferzkirin. Girtiyên ku lêgerîna tazî qebûl nekirin hatin derbkirin. Mahsun ê ku binpêkirina mafan bi rêya malbata xwe ragihand wiha got:"Kemal Yigit ê ku di greva birçîbûnê de bû hat derbkirin. Ew rakirin nexweşxaneyê lê agahî jê nayê girtin."   Mahsun wiha dewam kir:"Hevalên me Mustafa Turkan, Veysel Guler, Murat Şimşek, Erdem Akti, Ozgur Eksik, Şiyar Kara, Orhan Şakar û Huseyin Yildirim di greva birçîbûnê de ne. Em bang li raya giştî dikin. Heta tecrîd bi dawî bibe dê grevê bidome."