'Ji ber dagirkeriyê bi hezaran zarok bê dê û bav man' 2019-01-12 09:03:36   Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Jina bi navê Wela Xelîl a ji Şamê ku hevserê wê di Berxwedana Serdemê de jiyana xwe ji dest da got:"Ez û zarokên xwe, di nava jiyanek zehmet de têkoşîna jiyanê didin. Ez û zarokên xwe em bi hemû berxwedêrên serdemê re ser bilind in. Ji ber dagirkeriyê bi hezaran zarok bê dê û bav man. Hemû zarokên ku bê dê û bav mane di nava şertên dijwar de li berxwe didin."   Di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê de gelek zarok bê dê û bav man. Yek ji jinên ku zarokên wê bê bav man Wela Xelîl e. Welayê ji Şamê ye. Dema ku li Efrînê ye dizewice û 6 zarokên wê çê dibin. Dema ku hevserê wê beşdarî Berxwedana Serdemê dibe jiyana xwe ji dest dide. Welayê dibêje:"Ez û zarokên xwe em tu carî sekin û têkoşîna hevserê xwe ji bîr nake. Ew ji bo me mînakek serxwebûnê ye. Hemû şehîdên Berxwedana Serdemê di dîrokê de deng vedan."   'Divê em alîkariya hevdu bikin û li dijî dijmin serî netewînin'   Welayê diyar kir ku niha li Şehbayê di nava jiyanek zehmet de li berxe didin û got:"Ez berî 17 salan zewicîm û 6 zarokên min hene. Hevserê min beşdarî Berxwedana Serdemê bû û li Gundê Îsko yê Efrînê jiyana xwe ji dest da. Hevserê min ji bo azadiya hemû zarokan şehîd ket. Wî ji bo doza xwe canê xwe feda kir. Ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê em li Şehbayê bi cih bûn. Niha li vir ez di nava xebatên komînan de cihê xwe digirim û ji bo gelê Efrînê xizmetê dikim. Divê em alîkariya hevdu bikin û li dijî dijmin serî netewînin."   'Ez û zarokên xwe em bi hemû berxwedêrên serdemê re ser bilind in'   Welayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez dema ku di nava xebatên komînan de cihê xwe digirim ez xwe bextewar hês dikim. Ez di heman demê de beşdarî dewreyê perwerdeyên çandî jî dibim. Em li ser esasên felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin. Her çiqas jiyan zehmet be jî têkoşîna me ya jiyanê didome. Ez û zarokên xwe, di nava jiyanek zehmet de têkoşîna jiyanê didin. Ez û zarokên xwe em bi hemû berxwedêrên serdemê re ser bilind in. Ez û zarokên xwe em tu carî sekin û têkoşîna hevserê xwe ji bîr nake. Ew ji bo me mînakek serxwebûnê ye. Hemû şehîdên Berxwedana Serdemê di dîrokê de deng vedan.Ji ber dagirkeriyê bi hezaran zarok bê dê û bav man. Hemû zarokên ku bê dê û bav mane di nava şertên dijwar de li berxwe didin."