'Ez nizanim keça min miriye an sax e' 2019-01-12 09:02:02   Beraa El-Elî   REQQA - Jina bi navê Xatûn El-Maarî ku keça wê ji aliyê DAÎŞ'ê ve li Reqqayê hatibû revandin wiha got:"Keça min hîn zarok bû. Tu xêr ji temenê xwe nedît. Ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat revandin. Hîn min tu agahî ji wê negirtiye. Ez nizanim keça min miriye an sax e."   Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê Reqqa dagir kirin bûn sedema gelek êş û azarên di dilê dayikan de. Yek ji van jinan Xatûn El Maarî ye. Xatûnê anî ziman ku keça wê ya bi navê Maya Mele û 11 salî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatiye revandin û heta niha tu agahî ji wê negirtiye. Xatûnê got:"Ez bi hesreta keça xwe radikevim û radibim. Şev tê xewnên min. Lê dema ez serê sibehê radibim û ez dizanim ku xewn e, ez rûdinêm û digirîm. Ez dixwazim keça min ji destên wan çeteyan bê rizgarkirin."   'Jin recim dikirin'   Xatûnê da zanîn ku ew ji bo keça xwe gelek xemgîn e û wiha got:"Çeteyên DAÎŞ'ê dema ku ketin Reqqayê êş, tundî, îşkence û zilim bi xwe re anîn. Gelek dayik ji zarokên wan veqetandin. Jinên ku serî ji wan neditewandin ew recim dikirin. Em nikaribûn ji malên xwe derketan. Her roj pevçûn çê dibû. Du keç û kurekî min bûn. Lê rojekê di pevçûnê de keça min birîndar bû. Me ew bir nexweşxaneyê. Wê demê nexweşxane di destên çeteyan de bû. Nehiştin ez li ba keça xwe bimînim. Ez şandin malê. Dema ku Reqqa hat rizgarin şûnde ez çûm nexweşxaneyê lê keça min ne li wir bû. Loma ez niha nizanim ku keça min miriye an sax e. Ez her roj digirîm. Dixwazim keça min bê dîtin. Ez bizanibim ka çi hatiye serê keça min. Ez her di nava fikar û miraqên kûr de me."    'Ez nizanim keça min miriye an sax e'   Xatûnê herî dawî bang li hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku ji bo keça wê bê dîtin alîkariya wê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Keça min hîn zarok bû. Tu xêr ji temenê xwe nedît. Ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat revandin. Hîn min tu agahî ji wê negirtiye. Ez nizanim keça min miriye an sax e. Ez bi hesreta keça xwe radikevim û radibim. Şev tê xewnên min. Lê dema ez serê sibehê radibim û ez dizanim ku xewn e, ez rûdinêm û digirîm. Ez dixwazim keça min ji destê wan çeteyan bê rizgarkirin. Ev hejmara bavê Maya, Mehmûd e '0930619544'. Kesên ku ew dîtin agahiyê bide me em ê gelek bextewar bibin."