Li navçeyên Mêrdînê civînên gel 2019-01-11 17:45:09   MÊRDÎN –  Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku lidijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine lidarxistin li navçeyên Qoser û Artukluyê civînên gel li dar xistin.   Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine lidarxistin li navçeyên Mêrdînê Qoser û Artûkluyê civînên gel li dar xistin. Di civînên ku hatin lidarxistin de bi sedan kes tevli bûn.    Di civîna li Artûkluyê hat lidarixsitn de Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay axivî. Ebru di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û got ku gelo li Îmraliyê çi tê jiyîn û ev tişt got: “Hikûmeta AKP’ê berpirsyara vê tecrîd û tiştên ku îro diqewimin e. Her ku hevdîtinên bi Îmraliyê qediyane şer berdewam dike. Li dijî tecrîdê li Tirkiyeyê her çalakiyên ku tên kirin li Îmraliyê paceyên nû vedike. Li her deverê bertekên ku em nîşan didin sedemeke wan heye. Divê em vê ji bîr nekin. Ji bo tecrîda Îmraliyê bê şikandin lazime em têbikoşin. Em her dem bi têkoşînê bi ser ketine. Dîrok bi têkoşîna me tijî ye. Azadiya Birêz Ocalan azadiya gelê kurd e.”   Piştre Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak nirxandina ku ji aliyê Navenda Giştî ya HDP’ê hatibû şandin xwend.   Piştî Eylemê Gulcihan Şîmşek axivî. Gulcihan, da zanîn ku însiyatîfa ava kirine ji bo rakirina tecrîdê ye û ev tişt got: “Grevên birçîbûnê yên ku di girtîgehan de dest pê kirine rûreşiya Tirkiyeyê ye. piştî darbeya salên 80’yan vir de têkoşîneke  girîng  heye. Bi darbeya 12’ê Îlonê re li girtîgehan bêhiqûqiya, îzolasyonan, komkujî  dabûn destpê kirin. Îro jî hevala me Leyla Guven li dijî van zext û zordestiyan dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya wê di roja 65’an de berdewam dike. Leyla Guven bi çalakiya ku daye destpê kirin li hember bindestiyê serî rakir. Dîroka girtîgehan ne bi tenê 12’ê Îlonê ye, her wiha di salên 1995-1996-2000’an de jî li girtîgehan bi çalakiyên ku hatin kirin bêhqûqiya Tirkeiyeyê hat teşîrkirin."   Li Qoserê jî civîn   Li navçeya Qoserê jî Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivî  û wiha got: “Tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan tê kirin li ser hemû gelan tê kirin. Divê em beriya hemû tiştan tecrîdê bişkînin.”   Civîn bi pêşniyarên gel  bi dawî bûn.