'PYD'ê pêşî li jinê vekir' 2019-01-11 15:34:14   Îlham Eloso   KOBANÊ - Endamên PYD'ê yên jin ku beşdarî 1'emîn kongreya PYD'ê bûn gotin:"Em ê bi dilekî hevpar ji bo siberoja hemû gelên li Rojava û tevahî Sûriyeyê xebat û têkoşîna xwe bidomînin."    Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Qinê ya girêdayî Kantona Kobanê li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê Bi dirûşma "Bi vîn û rêxistin, em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" 1'emîn kongreya xwe li dar xist. Li eywana kongreyê wêneyên berxwedêran û pankarta "Em ê li dijî dagirkeya dewleta tirk bisekinin" hat daliqandin. 250 delege beşdarî kongereyê bûn. Jinên ku beşdarî kongreyê bûn cil û bergên xwe yên gelêrî li xwe kiribûn. Jinên ku beşdarî kongreyê bûn nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Ji bo pêşketinên cuda û aramiya gel ev kongre girîng bû. Beşdarbûn û eleqeya ji bo kongreyê me kêfxweş kir. Em hêvî dikin ku ev kongre dê bibe sedema pêşketin û serkeftinên mayinde."   Merwa Dirê got:"Ji bo rêxistinbûyin û serkeftinên nû fikir û ramanên ku di kongreyê de derketin pêş girîng bû. Li ser esasên wekhevî û pirrengiyê em ê xebatên xwe bidomînin. PYD'ê bi her awayî pêşî li jinê vekir."   Her wiha Fatima Eloso jî li ser xebata jina ya di nav PYD'ê de  wiha got: "Tevî şertên zehmet me ev kongre li dar xist. Ji bo jin di qadên cuda de çalak bin û xwe pêş bixin em li ser derfetên cuda axivîn. Ji bo pêşketina civakê çalakbûyina jinê girîng e."   Narîn Berkel jî got:"Ji bo aloziya li Sûriyeyê bi dawî bibe û jiyanek aramtir fikrên cuda derketin pêş. Li ser esasên jiyanek aramtir em ê tevgerên xwe bidomînin. Em ê bi dilekî hevpar ji bo siberoja hemû gelên li Rojava û tevahî Sûriyeyê xebat û têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo pêşketinên cuda û aramiya gel ev kongre girîng bû. Beşdarbûn û eleqeya ji bo kongreyê me kêfxweş kir. Em hêvî dikin ku ev kongre dê bibe sedema pêşketin û serkeftinên mayinde."