Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Daxwazên girtiyan pêk bînin 2019-01-11 15:09:46   AMED – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên siyasî yên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyani dan. Platformê xwest daxwazên girtiyan pêk bînin.    Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvan a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 65'an de berdewam dike. Girtiyên PKK û PAJK'ê jî di navde 226 girtiyên siyasî li gelek girtîgehan bi heman armance dest bi çalakiya grevê ya bêdawî û bêdorveger kirine. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ( KESK, DÎSK, TTB, TMMOB), bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka  KCD'ê Leyla Guven û girtiyên siyasî yên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê daxuyanî dan. Endam û Rêveberên Platformê li şaxa Hêjmar 2 a Genel Îşê ya DÎSK'ê ya Amedê daxuyanî dan û xwestin daxwazên gritiyan pêk bînin. Nûnerên platformê pankarta “Bila tecrîd bê rakirin, bila mirin çênebin" vekirin û bang li rayedaran kirin.    Daxuyanî ji aliyê Hevberdevka Platformê  Selvî Ok ve hat xwendin. Selvî  diyar kir ku mafê herî pîroz mafê jiyanê ye û xwest her kes ji bo daxwazên girtiyan hestiyar tev bigerin.  Selvî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Leyla Guven û girtiyên din ên di çalakiyê de ne, ji bo tahrîbatên mezintir di bedena wan de çê nebin û dîsa ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çaraser bibe, divê rêyên diyalogê bên vekirin. Divê daxwazên Birêz Leyla Guven û girtiyên din pêk bên. Bêyî ku dereng bimîne divê rêyên diyalogê bên vekirin û gavên pêwist bên avêtin."    'Rewşa tendirustiya Leyla xeter e'   Selvî, destnişan kir ku rewşa tendirustiya Leyla Guven ketiye rewşek xeter û xwest bêyî ku zerarê bide wan gav bên avêtin. Selvî, bilêv kir ku çalakiyên grevê li hemû girtîgehên din belav dibin û wiha got: "Divê rayedar pîvan û zagonên neteweyî û navneteweyî pêk bînin û ji bo daxwazên Guven û girtiyên din bi lez gavan bavêjin û bi lez dawî li tecrîd û îzolasyonê bînin. Divê bi lez Wezareta Dadê jî bi lez destûr bide heyetêh Odeya Tabîban û heyetên serbixwe ku karibin biçin ligirtîgehan rewşa çalakiyan lêkolîn bikin."