Yekemîn kongreya PYD'ê dest pê kir 2019-01-11 12:53:42   KOBANÊ - Bi dirûşma "Bi vîn û rêxistin, em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" PYD'ê ya navçeya Qina 1'emîn kongreya xwe li dar xist.   Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Qinê ya girêdayî Kantona Kobanê li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê Bi dirûşma "Bi vîn û rêxistin, em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" 1'emîn kongreya xwe li dar xist. Li eywana kongreyê wêneyên berxwedêran û parkarta "Em ê li dijî dagirkeya dewleta tirk bisekinin" hat daliqandin. 250 delege beşdarî kongereyê bûn. Berî ku kongre dest pê bike ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser navê Hevserokatiya PYD'ê Şahoz Hesen û Endama Kongereya Star Hefa Muslim axivîn.    Kongre bi berxwedana perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome.