Perwerdeya jinên Ereb a li Şehbayê didome 2019-01-11 09:32:11   ŞEHBA - Jinên Ereb ên ku beşdarî dewreya perwerdeyê dibin diyar kirin ku bi saya perwerdeyê nêrîna wan a jiyanê diguhere û gotin:"Bi saya perwerdeyê pêşketinek mezin di kesayeta me de çê bû. Em dixwazin perwerdeyên bi vî rengî her dewam bikin."   Li Şehbayê bêyî ku cudatî di navbera mirovan de bê avakirin hemû jin tên perwerdekirin. Dewreya perwerdeya Jinên Ereb a ku dest pê kiribû jî didome. Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûn gotin:"Em xwe gelek bi siûd hês dikin ku em beşdarî perwerdeyek bi vî rengî bûne. Civakek bê perwerde gelek kêmasiyên wê hene. Ji bo kêmasî neyên jiyîn perwerde şert e."   'Pêdivî her ji perwerdeyê heye'   Endama Rêveberiya Navçeya Fafînê Nistîn Şêxo derbarê perwerdeyê de wiha got:"Ev dewreya perwerdeyê ya li ser navê Şehîd Axîn tê dayin gelek ji bo me baş e. 25 jinên Ereb beşdarî vê perwerdeyê bûn. Ev perwerde dê 17 rojî dewam bike. Em mijarên wekî çand, huner, fikir, îdeolojî, fikrên Rêber Apo û Jîneolojî dibînin. Jinên ku beşdarî perwerdeyê dibin her wiha germahiya xwe ya ji bo fikrên Rêber Apo jî tînin ziman. Jinên ku beşdarî perwerdeyê dibin tînin ziman ku gelek guhertin di kesayet û nêrîna wan de çê dibin û ji ber vê rewşê ew gelek bextewar in. Pêdivî her ji perwerdeyê heye."   'Divê hemû jin beşdarî perwerdeyên bi vî rengî bibin'   Hevseroka Komîneya Şêx Îsa ya ku li Kantona Şehbayê Fatima Dewayî got:"Min ji fikir û rêbazê perwedeyê hez kir. Berî niha ez tevlî perwerdeyê bûbûm. Loma min xwest ez beşdarî perwerdeyên din jî bibim. Ev perwerde li ser rol û rastiya jin û civakê tê dayin. Divê hemû jin beşdarî perwerdeyên bi vî rengî bibin."   'Ji bo kêmasî neyên jiyîn perwerde şert e'   Endama Rêveberiya Mala Jinê ya Kantona Şehbayê Semîra Mustefa got:"Bingeha diyaloga zanista jinê bi perwerdeyên bi vî rengî tê avêtin. Ev pêngavek gelek baş e. Rêber Apo jî gelekî girîngiyê dide perwerdeyê. Divê em li ser esasên fikir û ramanên Rêber Apo xwe perwerde bikin. Bi saya perwerdeyê pêşketinek mezin di kesayeta me de çê bû. Em dixwazin perwerdeyên bi vî rengî her dewam bikin. Em xwe gelek bi siûd hês dikin ku em beşdarî perwerdeyek bi vî rengî bûne. Civakek bê perwerde gelek kêmasiyên wê hene. Ji bo kêmasî neyên jiyîn perwerde şert e."