ROJEVA 11'Ê ÇILEYÊ 2019'AN 2019-01-11 09:00:00   *Jinên Minbicê derbarê gefên Erdogan ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê de diyar kirin ku ew ê rê nedin ku tu kes axa wan dagir bike û wiha gotin:"Heger kesên xwediyê zihniyeta dagirker û faşîst derbasî Minbicê bibin dê Minbic bibe goristana wan. Em ê heta dawî li berxwe bidin û zilma ku DAÎŞ'ê li me kir em nahêlin ku dubare bibe. Zihniyeta dagirker demokrasî û wekheviyê hedef digire. Li dijî vê yekê divê em hemû gelên li Sûriyeyê bibin yek." DÎMEN HEYE   *Bi hatina zivistanê hejmara nexweşiyên li Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê zêde dibin. Jinên li Kampa Serdemê êş û zehmetiyên ku dikişînin û têkoşîna ku li dijî vê yekê dikin anîn ziman. DÎMEN HEYE   *Li navçeya Qoserê ya  Mêrdînê 3 jin ji bo ku çanda xwarinên heremî neyê jibîrkirin restorandek  vekirine û tê de xwarinên herêmî çêdikin.  Ji jinên ku xwarinên herêmî çêdikin  Gulîstan Îbrahîmoglu anî ziman ku çanda xwarinên heremî roj bi roj tê tunekirin û diyar kir ku ji bo çanda xwarinên heremî neyê jibîrkirin ew xwarinên heremî çêdikin. BI DÎMEN   * Nuran Îmîr a HDP’î bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li Tirkiye û herêmê zêde dibin û got li dijî grevan bêdengî, israr şer nîşan dide û got: “Bêdengiya CPT, DMME û saziyên din ên navneteweyî xetereyek mezin e.DÎMEN HEYE   *Bedîa Ozgokçe ya HDP’î diyar kir ku bi awayekî fermî OHAL rabûye lê pêkanîn hîna li bajarên Kurdan didomin û wiha got: “Li herêmê wesayîtên zirxî hene. Kontrolên rê didomin. Kontrola nasnameyan û serdegirtinên malan didomin. Şert û mercên OHAL’ê hîna didomin.”DÎMEN HEYE   *Zerrîn Yilmaz a li navenda Muglayê yekem namzeta jin a keyatiyê ye diyar kir ku keyatiya ku wek karê mêran tê dîtin, mêr zêde bi ser nakevin û got: “Mora xwe digirin û nîvê rojê dixebitin. Ez namzeta keyatiyê ya seranserê rojê me.” DÎMEN HEYE   * Gulcan Akkaya ku li Dêrsîmê bazirganiyê dike destnîşan kir ku ev saleke nikarin kar bikin û wiha got: “Sala 2018’an dîsa baş bû. Wê di 2019’an de têkçûyin bê jiyîn. Me krîzên pir cuda jî jiyan. Ev ne krîz e, têkçûyin e.”DÎMEN HEYE   *Hevseroka SES'ê ya Wanê Fatma Arslan diyar kir ku bi polîtîkayên ‘veguhestina di tenduristiyê de’ yên AKP’ê re feraseta ku nexweş wek muşterî dibîne û piyasabûnê rê li ber şîdetê vedike û wiha got: “Kedkarên tenduristiyê di bin tehdîda şîdetê de dijîn. Ev bandorê li ser derûniya wan jî dikin.”DÎMEN HEYE   *Gelên Efrînê yên ku li Wargeha Vegerê ya Şehbayê bi cih bûne diyar kirin ku ew hêviya xwe tu carî winda nakin, bi vê hêviyê li berxwe didin û gotin:"Her tevger û gavek me me nêzî Efrînê dikin. Em ê Efrîna bi xwîna şehîdan hatiye evdan rizgar bikin. Hêvî jîyan e em ji bo vê hêviyê dijîn.DÎMEN HEYE