HDP’ê ya Mêrdînê ji bo Roja Rojnamegerên Dixebitin daxûyanî da 2019-01-10 16:19:10   MÊRDÎN – Rêxistina  HDP’ê ya Mêrdînê bi minasebeta 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin, daxuyaniyek nivîskî da. Di daxûyaniyê de ev peyam hat dayîn: “Ne rojek her rok divê rojnameger bên bîranîn. Lewra jî em 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên ku dixebtin li rojnamegerên bi fedekarî dixebitin  pîroz dikin."    Rêxistina navendê ya HDP’ê ya Mêrdînê bi minasebeta 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin, daxuyaniyek nivîskî da. Daxûyanî li avahiya HDP’ê hat xwendin. Daxûyanî ji aliyê Hevseroka HDP’ê Eylem Amak ve hat xwendin.   Eylem, anî ziman ku di vê pêvajoyê de bi dehan rojnamger di girtîgehan de ne û got ku nepêwîst e ku behsa rojnamegerên “dixebitin” bikin û di berdewamiya daxûyaniyê de ev tişt got: “Lê belê dîsa jî ‘rojnamegerên dixebitin’ ji bo rastiyan bigihînin raya giştî li dijî hemû zext û zehmetiyan dixebitin. Rojnameger şev û ranawestin û li hember hemû zehmetiyan tu carî dev ji xebata xwe bernadin. Em ji vê hêlê ve rojnamegeran pîroz dikin. Em wek HDP dibêjin ku ne rojeke bila  her roj  rojnameger bên bîranîn. Lewra jî em rojnamegerên ku bi fedakarîkî dixebitin Lewra jî em 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên ku dixebtin li rojnamegerên bi fedekarî dixebitin  pîroz dikin."