'Em ji têkoşîna Sakîne Cansiz û rêhevalên wê hêzê digirin' 2019-01-10 12:44:45   Şêrîn Zêrevan- Hêlîn Mihemed   QAMIŞLO - Jinên ku tevlî meşa ji bo salvegera her sê jinên ku Parîsê hatin qetilkirin bûn gotin:"Em ji têkoşîna Sakîne Cansiz û rêhevalên wê hêzê digirin. Em ê heta dawî şopdarê riya Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bin."   Di 9'ê Çileyê 2013'an de sê jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li Parîsê hatibûn qetilkirin. Bi boneya salvegera her sê jinên Kurd û siyasetmedar li gelek cihan meş hatibû lidarxistin. Jinên ku beşdarî meşa li Qamişloyê bûn gotin:"Her sê jinên Şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan heta dawiya temenê xwe ji bo demokrasî û azadiya gelê Kurd li berxwe dan. Em ê jî her ji têkoşîna wan feyzê bigirin."   'Em teslîm nabin'   Nêrgiz Dawûd komkujiya parîsê şermezar kir û got:"Em her sê jinên berxwedêr bi rêzdarî bi bîr tînin. Zihnyeta ku îradeya xurt a her sê jinên şoreşger hedef girtin dê hesabê vê yekê bidin. Em ê her doz û têkoşîna her sê jinên berxwedêr biparêzin. Em teslîm nabin."   'Dewleta tirk ji azadî û hêza jinê ditirse'   Her wiha Hevseroka Desteya Perwerdeyê Ya Herêma Cizîrê Semîra Hac Elî wiha got:"Dewleta tirk ji azadî û hêza jinê ditirse. Loma her hêz û azadiya jinê hedef digire. Bi milyonan jinên Kurd îro doz û hêza jinên têkoşer mînak dibînin û vê mîrateyê didomînin. Em ê heta dawî vê mîrateyê biparêzin. Em ji têkoşîna Sakîne Cansiz û rêhevalên wê hêzê digirin. Em ê heta dawî şopdarê riya Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bin. Her sê jinên Şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan heta dawiya temenê xwe ji bo demokrasî û azadiya gelê Kurd li berxwe dan. Em ê jî her ji têkoşîna wan feyzê bigirin."