'Sakîne Cansiz û rêhevalên xwe pêşengiya têkoşînê kirin' 2019-01-10 10:49:22   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Endama Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir derbarê salvegera komkujiya parîsê de got:"Di sedsala 20'emîn de Roza Luksemburg û sedsala 21'emîn de jî Sakîne Cansiz di dîrokê de pêşengtiya têkoşînê kirin."   Têkildarî salvegera qetilkirina 3 jinên siyasetmedar Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez, Fidan Dogan de Endama Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir got:"Sakîne Cansiz û rêhevalên xwe pêşengiya têkoşînê kirin. Divê berpirs hesabê vê komkujiyê bidin."   Gulîxanê got:"Dijminan bi qetilkirina jinên têkoşer dixwaze peyama 'em li dijî îradeya azad a jinê ne' bidin. Zihniyeta faşîst her dem têkoşîn û destkeftiyên jinên berxwedêr hedef digire. Ji ber ku zihniyeta baviksalarî û yekperest dizane ku dema jin bi ser bikevin dê civak jî pêş bikeve. Ji ber ku ew pêşketî naxwazin her êrîşî têkoşîna jinê dikin. Sakîne û hevalên xwe ji ber ku têkoşer û serhildêr bûn loma hedef hatin girtin. Wan ji sekna xwe tu tiştek winda nekirin."   'Sakîne Cansiz û rêhevalên xwe pêşengiya têkoşînê kirin'   Gulîxanê herî dawî wiha got:"Bi milyonan jinî têkoşîna Sakinê û rêhevalên wê mînak girtin. Ew nasnmeya me jinan e. Wan bi salan hewl dan ku jinê ji koletiyê rizgar bikin. Di sedsala 20'emîn de Roza Luksemburg û sedsala 21'emîn de jî Sakîne Cansiz di dîrokê de pêşengtiya têkoşînê kirin. Sakîne Cansiz û rêhevalên xwe pêşengiya têkoşînê kirin. Divê berpirs hesabê vê komkujiyê bidin."