Derya Kizilboga: Emê zanista jinê biafrînin û têkoşîna xwe bidomînin 2019-01-10 09:52:19   Zeynep Durgut   COLEMÊRG-Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinê bi xwe re qetilkirin û xwekujiyê tîne. Der barê qetlîam û tundiya li dijî jinan seroka Komeleya  Jinek Jiyanek e  Derya Kizilboga nirxandin kir.   Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinê her roj zêde dibe. Di encama tundiya mêr de  heta niha bi hezaran jinan dawî li jiyana xwe aniye û gelek jin jî ji aliyê mêr ve hatine qetilkirin. Der barê tundiya li dijî jinê de Seroka Komeleya Jinek Jiyanek e Derya Kizilboga nirxandin kir. Deryayê diyar kir ku li gel zêdebûna tundiya li dijî jinan xwezayê jî dikujin û got ku ew ê bi têkoşînê li dijî tundiya mêr bisekînin.    ‘Li  Rojhilat û bakurê Tirkiyeyê  tundî ji  sedî 63 nayê vegotin’   Deryayê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku li Tirkiyeyê lêkolîna ku li ser tundiya li dijî jinan hatiye kirin gihîştiye astekê û wiha axivî;” Di encamên lêkolînên zanîngeha Hacettepe li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan gihiştiye asteke bilind. Vê lêkolînê bandoreke mezin li ser civakê kir. Li gorî lêkolînan li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan herî kêm li Êlîh, Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn û Çewlîkê pêk tê û bi rastî jî ev lêkolîneke balkêşe. Li wan bajarên ku navên wan hatine aşkerakirin gelo bi rastî jî tundî tune ye an nayê vegotin?  Ez ne di vê baweriyê de me. Bêgûman jin ji aliyê civakê ve tê bêdengkirin û destûr nayê dayîn ku jin tundiya li wan tê kirin vebêjin. Li  Rojhilat û bakurê Tirkiyeyê ku asta tundiyê ji sedî 63'ye ev tundiya tê kirin    ji sedî 63 ye nayê vegotin. Ev rewşeke awarte ye.”   'Malbat întîharan vedişêrin'   Deryayê bi lêv kir ku mêrê desthilatdar bi zêdekirina tundiya li dijî jinan dixwaze xwezayê bê bandor bike û wiha got:” Mêr ji hêza xwe bawer dike û her roj ji nû ve cûreyên tundiyê diafirîne. Jin ji aliyê mêran ve bi her cûreyên tundiyê re rû bi rû dimînin. Em çûbûn mala jinek ku întîhar kirbû. Gava ku em ji wê malê derketîn pişt re em hîn bûn ku di wê malê de 2 jinan xwekujî ango întîhar kirine.  Malbatê bêdengiya xwe parastibû û di heman demê de ji bo ku cîranên wan jî bêdeng bimînin di nav hewldanan de bûn. Li gorî wan divê bi van bûyeran navê malbatan neherime.    ‘Daneyên tundiya li dijî jinan li gel dewletê tune ne’   Deryayê  bal kişand ser lêkolîna li ser daneyên ku di warê tundiya li jinê tên kirin de û got ku heta niha bi tu awayî dewletê xebateke wiha pêk ne aniye û wiha pê de çû;”Li Colemêrgê tundiya fizîkî û tundiya dêrûnî gihiştiye asteke bilind. Ya herî balkêş jî ew e ku dewlet li ser rêjeya jinên bi tundiyê re rûbirû mane tu lêkolînê nake û ji ber vê jî dane di destê dewletê de tune ne.  Dewletê heta niha di vî warî de tu xebat nemeşandiye. Lê em ê lêkolînên xwe kurtir bikîn û wan daneyan parve bikin.”    ‘Qanûnên heyî têra parastina jinan nakin’   Deryayê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku xwekujiyên jinan ne ji rêzê ne û axaftina xwe wiha domand;”Zarokên 10 salî çima întîhar bikin? Ew hîna zaroke çima pêwîstiyê dibîne ku tiştek wisa bike. Ev kuştinin. Tundiya mêr û ya civakî jinê û zarokan tînê vê astê. Ji bo ku pêşiya vê bê girtin, qanûn hene. Qanûnên wekî ya 6284'an. Lê mixabin qanûnên heyî pêşiya qetilkirina jinan nagirin. Ew jinên ku ji bo wan parastin tê xwestin tên qetilkirin. Zarokên ku bi êrîşa zayendî re rû bi rû dimînin li ser navê “Namusê” tên  qetilkirin. Ji 5 jinan yek întîhar dike. Di demek nêz de dewletê xwest ku jinên bi tecawizê re rûbirû dimînin û di encmê de ducanî dimîn re ji aliyê wezîrê dewletê ve pêşniyara 'bila biwelidîne wê dewlet xwedî bike' hatibû kirin.  Di civaka ku bi hişmendiya mêr tê rêvebirin de jin xwe aîdê wê nabîne.”   'Divê li dozgerî û dadgehan mudaxele bê kirin'   Deryayê daxuyand ku jin ji bo bibin koleyên mêran nehatine ser rûyê cîhanê û got ku biryarên ku ji aliyê dozgerî û dadgehan ve tên dayîn bêhiquq ne û wiha got:”Jin ji bo ku pêwîstiyên mêran bînin cih nehatine vê cîhanê. Ew kesên ku xwedî vê hişmendiyê ne divê bên darizandin. Jin êdî bêdeng nabin, em ê mêr teşhîr bikin û bawer bikin ku ev destpêk e. Dozên ku der barê mêrên ku êrîşa zayendî yan jî tundiyê li jinan dikin de tên vekirin ecamên wan balkêş in û cezayê divê bigirin nagirin. . Divê mudaxele li dozgerî û dadgehan bê kirin.    ‘Em ê heta dawiyê mafên xwe biparêzîn’   Deryayê di dawiya axaftina xwe de aşkere kir ku ew ê bi perwerdehiyan zanisteke nû biafirînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir;” Tenê armanceke me heye, ew jî ew e ku em di nava civakê de zanista jinê biafirînin. Xebatên me bi vî awayî ne. Em ê li hemberî her cûreyên tundiya mêr xwe bi rêxistin bikîn. Em wekî jinên feminist em ê heya dawiyê van mafên xwe biparêzîn û têkoşîna xwe bidomînin.”