‘Qêrîna Leyla Guven qêrîna vî welatî ye’ 2019-01-10 09:19:00     ŞIRNEX - Muazzez Orhan a HDP’î diyar kir ku Leyla Guven ji bo kaosa heyî bişkîne findek pêxistiye û rê ronî kiriye û wiha got: “Ev qêrîn qêrîna me hemûya ne, qêrîna ciwan, zarok û jina ye, qêrîna vî welatî ye.”   Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir û grev di roja 64’an de berdewam dike. Bi Leylayê re pirsgirêkên tenduristiyê yên giran jî dest pê kirine. Leyla di demên dawî de nikare derkeve hevdîtina parêzeran. Leyla ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tevlî şîna dayika xwe Cevriye Guven jî nebû. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan da zanîn ku divê polîtîkayên înkar û îmhayê demildest bi dawî bibin.   ‘Tenduristiya Leylayê hatiye asteke krîtîk’   Muazzezê bi lêv kir ku greva birçîbûnê ya Leylayê hatiye astek krîtîk û wiha pê de çû: “Tevî vê bêdengiyek mezin heye. Tevî hemû bangên tên kirin desthilatdarî bêdengiyê didomîne. Çalakiya Leylayê di esasê de ne li hember şert û mercên wê ye. Ji ber kaosa li Tirkiyeyê û tecrîdê ye. Ev tecrîd ne tenê li hember Birêz Ocalan li hember qedera gelê Kurd e.”   ‘Dewlet vê çalakiyê ji nedîtîve tê’   Muazzezê daxuyakirin ku Leyla ev saleke bi awayekî dijhiqûqî tê girtin û ev tişt anî ziman: “Faaliyetên wê hatin astengkirin. Niha li her derê çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kurdan, jinan, ciwanan û zinandan pêk tên. Ji bo em jî deng bidin çalakiya Leyla Guven me 3 caran çalakiya greva birçîbûnê pêk anî. Lê dewletê dîsa her tişt înkar kir û ji nedîtîve hat.”   Muazzezê daxuyakirin ku ew jin û gelê Kurd xwedî li çalakiya Leyla Guven derdikevin û wiha dawî lê anî: “Leyla Guven ji bo kaosa heyî bişkê, findek pêxistiye û rê ronî kiriye. Ev qêrîn qêrîna me hemûya ne, qêrîna ciwan, zarok û jina ye, qêrîna vî welatî ye.”