Kujerên esas ên ku pergalê afirandine 2019-01-10 09:16:32   Dîlan Babat   ENQERE - Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Derya Yulcu diyar kir ku yên ku akademîsyen Ceren Damar qetil kiriye ne tenê gumanbar Hasan Îsmaîl Hîkmet e, yên ku dijminahiya li hemberî jinê afirandine jî ne. Deryayê got kujerên esas ên ku ev pergal afirandine.   Peywirdara Lêkolîna Beşa Zanista Hiqûqî ya Ewlehiya Civakî û Kar a li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Çankayayê Ceren Damar Şenel ji aliyê xwendekarê hiqûqê Hasan Îsmaîl Hîkmet ve hat qetilkirin. Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Derya Yulcu derbarê qetilkirina Cerenê û pergala perwerdeyê ya heyî de axivî.   ‘Tedbîrên ewlehiyê me naparêzin’   Deryayê destnîşan kir ku tundiya li hemberî jinan zêde bûye ev rewş li dibistanan jî belav bûye û wiha got: “Piştî OHAL’ê di alî civakî de şîdet zêde bûye, aştiya civakê hatiye asta tunebûnê. Tedbîrên ewlehiyê yên mezin hene lê em jin dizanin ku ev me naparêzin. Ev tedbîrên ewlehiyê zêdetir wek alava zext û tirsê tê bikaranîn.”   ‘Ferasetek ku fikran wek xeter dibîne heye’   Deryayê gotinên Sedat Peker ên ji bo akademîsyenan bi kar anîbû ya weke ‘em ê xwîna wan birjînin’ bibîr xist û got tehdîda li hember akademîsyenan bê ceza maye û vê jî şîdet û çavsorî zêde kiriye. Deryayê ev tişt anî ziman: “Şîdet li her derê heye. Feraseteke ku nirxê nade ked, zanist û hunerê, ferasetek ku van fikran wek xetere dibîne heye. Li Tirkiyeyê li dijî şîdet û qetilkirina jinan bêdengiyek çê bûye. Li qadên perwerdeyê êdî fikir nayên nîqaşkirin. Cudabûn wek dijminahî tê dîtin. Li zanîngehên ku AKP heye daxuyaniyên cidî nehatin kirin. Dixwazin bertekên li dijî şîdetê jî bêdeng bikin.”   Deryayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zanîngeh ne li gorî liyakatê li gorî sadakatê tên tanzîmkirin. Vê jî zanist bê ewle kir. Dema mirov dinêrin li holê kujerek tune ye. Kujer hene. Ev kujer jî di navbera me de ne. Bi rabûna liyakatê di perwerdeyê de paşketin çê bû. Êdî xwendekar bûn muşterî û mamoste jî bûn xizmetkarên xwendekaran. Yên kujer afirandin ev pergal e.”