Îdiaya qeyûm îstîsmara zayendî veşartiye 2019-01-10 09:13:32   AMED - Futbolîst Bîlal J. yê ji Arjantînê ku ji aliyê qeyûm ve transferî Sîlvan Belediyesporê hat kirin, ji sûcê îstîsmarkirina zarokê 12 salî, hat girtin. Rojnamegerên ku xwestin derbarê îstîsmarê de nûçeyê çê bikin hat îdiakirin ku ji aliyê qeyûm ve bi gotina ‘nûçeyê çê nekin, beriya hilbijartinê îtîbara me zirarê nebîne’ hatine hişyarkirin.   Li navçeya Farqîn a Amedê zarokê 12 salî ji aliyê Bîlal J ve rastî îstîsmara zayendî hat. Futbolîstên ji Arjantînê Bîlal J. ji bo di Sîlvan Belediyesporê de bilîze, qeyûm ew anîbû Farqînê. Qeymeqamtiya Farqînê Bîlal J. li Mala Mamosteyan bi cih kir. Bîlal J. ku piştî îdmana rojane vedigeriya Mala Mamosteyan dîsa di 2’ê Çile de piştî îdmanê di vegerê de zaroka 12 salî ji bo alîkariya hildana alavên wî bikin, pê re şandin.   Zarok tiştên ku wê rojê jiya ji dayika xwe re vegot û li ser vê bûyer derket holê. Malbat di 2’ê Çile de çû Mala Mamosteyan û gumanbar Bîlal J. teşhîr kir. Piştre polîsê hat Mala Mamosteyan ew binçav kirin. Zarokê di bin çavdêriya derûnnas de îfadeya wî hat girtin. Zarok di îfadeya xwe de got Bîlal ji wî re gotiye bûyerê ji kesî re nebêje, bila navbera me de bimîne. Zarok her wiha got montê wî qetiyaye û dema dayika wî pirsiye, wî jî gotiye.   Dayika wî jî di îfadeya ku da qerekolê de ev tişt vegot: “Kurê min hat malê montê wî qetiyayî bû. Min ewil got dibe ku li kolanê lîstiye, bi hevalan re nîqaş kiriye. Min jê pirsî. Zarok tiştê vegot fêm nedikir. Ez dîn bûm. Min telefonî bavê wî kir. Me gazî malbatê kir. Me bi ser Mala Mamosteyan de girt. Polîs hatin.   Bîlal J. hat girtin   Bîlal J. yê hat binçavkirin roja din hat girtin û hat hînbûn di îfadeya xwe de bûyer înkar kiriye.   Îdiaya qeyûm bûyer veşartiye   Derket holê ku hinek rojnamegerên ku xwestine nûçeyê çê bikin rastî astengiya qeyûmê Farqînê ya weke ‘Nûçeyê çê nekin, beriya hilbijartinê bila îtîrabara me zirarê nebîne.’ hatiye.