Jinên Qoserî di warê xebatê de sînoran nas nakin 2019-01-10 09:10:03   Rojda Aydin   MÊRDÎN –  Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li îstasyoneke benzînê 2 jinên bi navê  Rojda Çobanoglu û Ozgur Gumuşten ku dixebitin diyar kir ku wan xwestiye bi vê helwesta xwe nîşan bidin ku jin dikarin li hemû qadan bixebitin.   Di nava civakê de ji ber zîhinyeta zayendparêz gelek qadên xebatê li jinan hatine qedexekirin û civaka baviksalar ji bo vê jî wekî hincet dibêje ku hêza jinê têrê nake li hemû qadan bixebite.  Lê jin tim hêza xwe nîşan didin û dibêjin ku nebitenê mêr, her wiha jin jî dikarin her karî bikin. Ji van qadên ku jin lê gelek kêm in jî îstasyonên benzînan e. Lê li navçeya Qosera Mêrdînê li îstasyona benzînê  2 jinên bi navê Rojda Çobanoglu û Ozgur Gumuşten  ku di karê îstasyonê de dixebitin diyar kirin ku ew hêza jinan a ku her karî bikin hey.   Jina bi navê Rojda Çobanoglu ya ku nêzî mehekê yedi îstasyona benzînê de dixebite anî ziman ku berê jî li Îzmîrê di karê petrolê de xebitiye. Rojda, diyar kir ku ji karê petrolê gellek baş fem dike û wiha got: “Ez gelek ji karê xwe hez dikim û ji ber vê ez niha vî karî dikim. Ez serê sibehê saet 8’an de têm dest bi kar dikim û heta êvarê saet 6’an dixebitim. Lê  her kar li gorê xwe zehmet e. Ji ber ku ez vî karî baş dizanim û jê fêm dikim ji min re zehmet nayê. Niha ji ber ku zivistane hinekî sare û ez bi tenê ji hêla sermayê ve zehmetiyan dikişînim. Ez li vir bi tenê karê dagirtina benzînê dikim, erebeyên ku tên ez benzîna wan dadigrim.”   ‘Ev kar ne bitenê karê mêran e’   Rojda, di berdewam axaftina xwe de got ku ew ji ber vî karî dike heta niha ji aliyê  civakê ve rastî tu bertekan nehatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi tenê em wek jin ji ber ku di petrolê de dixebitin bala gel dikişîne. Lê ev jî me kêfxweş dike ji ber ku em bi vî karê xwe ji hemû jinan re dibin mînak ku jin dikarin li hemû qadan bixebitin. Ev kar ne bi tenê karê mêran e, her wiha jin jî dikarin vî karî bikin. Em wek jin jî tim ferqa xwe nîşan didin.  Ger ku em îro bahsa wekheviyê dikin divê di hemû qadan de wekhevî hebe û divê di navbera jin û mêr de tu cudahî neyê kirin. Ev nêzî 4 sal in ez vî karî dikim. Lê mûçeyê ku em distînin ji ber krîza aborî êdî nema hemû pêdiviyên me pêşwazî dike û krîzê bandora xwe li ser karê me jî kiriye.”   ‘Jin dema bixwazin dikarin her karî bikin’   Rojda, di dawiya axaftina xwe de got îro bi karê dike dixwaze hêzê bide jinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bi vî karê ku dikim  mihtacî tu kesî nabim û li çareya serê xwe dinêrim. Bi xwe îdareya xwe kirin ji bo min kêfxweşiyek e û ez bang li jinan dikim ku hemû bi keda destê xwe li çareya serê xwe binêrin. bi xwe bawer bin ji bo ku mihtacî tu kesî nebin."