Leya Guven êdî nema kare vexwarinê bi kar bîne 2019-01-09 15:05:39   AMED -  Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvn ku li dijî tecîrîda li ser  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 63 roj e di greva birçîbûnê de ye û êdî nema dikare vexwarinê bi kar bîne.    Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye ku di 8'ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kir û 63 roj e çalakiya xwe berdewam dike ji ber pirsgirêkên tendirûstiyê ku yên dema grevê lê peyda bûne 6 roj e nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Parêzerên Leyla yên îro çûn hevîdtina wê dîsa pê re hevîdtin nekirin.    Ji ber wê jî parêzeran bi hevalên Leyla yên qawîşê re hevîdtin kir û derbarê rewşa wê de agahî gitin. Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin girtin hat diyarkirin ku hevalên Leylayê gotine êdî mîdeya wê nema vexwarinê qebûl dike û ji ber vê jî vexwarina ku divê rojane bê girtin a Leylayê kêm kirin. Parêzeran diyar kir ku bedena Leylayê êdî hesas bûye û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.