Jınên Siyasetmedar li Wanê hatin bîranîn 2019-01-09 14:29:29   WAN - Li Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de 3 jinên Siyasetmedar Sanîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi minasebeta 7'emîn salvegera qetilkirina xwe ji aliyê Rêxistina HDP'a Wanê ve hatin bîranîn.   Li Payitextê Fransa Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de jinên siyasetmedar ên kurd  Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Jinên siyasetmedar ku li Parîsê hatin qetilkirin bi daxuyaniyeke ku li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (DHP) ya Wanê hat dayîn hatin bîranîn. Di daxuyaniya bîranîndê de parlamenterên Wanê Muazzez Orhan, Murat Srisaç, Rêveberên HDP û DBP'ê yên Wnê, Endamên Meclisa Jinê ya HDP'ê , TJA, Dayikên Aştiyê  û gelek jin tevli daxuyaniya hat dayîn bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser wêneyê  3 jinên ku di serdema ragihandina rêveberiyên xweser de li Sîlopiya Şirnaxê hatin qetilkirin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li ser heyî hat vekirin û wêneyên Leyla Guven ku li dijî tecrîdê di gereva birçîbûnê de ye jî hatin hilgirtin.    'Kujerên Komkujiyê nehatin darizandin'   Daxuyanî ji aliyê parlamentera DHP'ê Muazzez Orhan ve hat xwendin û wiha hat gotin: "Di serdema pêvajoya çareseriyê de Sakîne Cansiz Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê Omer Guneyê yê ku tê îdakirin bi MÎT'ê re dixebitî ve li Parîsê hatin qetilkirin . Di ser komkujiya hat kirin re 6 sal derbas bûn.  Lê bûyer nehat ronîkirin. Omer Guneyê yê ku wekî bersûc dihat darizandin jî beriya ku derxînin dadgehê li girtîgehê mir û niha jî tê xwestin ku ser bûyerê bê girtin. Ev êrîş li dijî çareseriya pirsgirêka kurd û vîna jina kurd hat kirin."    'Daxwaza Leyla Guven ya aştiyê ye'   Leyla Guven Muazez bal kişanda ser greva biçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîdê daye destpêkirin jî û ev tişt got: "Tecrîda li Îmraliyê birîna civakê kûr dike Telcrîd tenê ne li dijî birêz Ocalan e. Tecrîd li dijî îradeya gelena e. Birêz Leyla Guven ji bo ku balê bikişîn ser tecrîdê 63 roj in di greva birçîbûnê de ye. Çalakî ketiye rojên krîtîk. Ji ber wê divê ku her kes li dijî bêdengiyê dengê xwe bilind bike. Daxwaza Leyla Guven daxwaza aştiyê ya gelên Tirkiyeyê ye."   Daxuyanî bi sînevîzyona ku hat dayîn bi dawî bû.