'Bi xapandinê ez tevlî DAÎŞ'ê kirin' 2019-01-09 13:30:32   Rûken Goman     DÊRIK - Jina bi navê Tuba Bessa ya ku li Hollandayê dijiya anî ziman ku ew hatiye xapandin û bûye şahidê hovîtî û îşkeceyên çeteyên DAÎŞ'ê û wiha got:"Bi xapandinê ez tevlî DAÎŞ'ê kirin. Bila hemû jin li ser lingên xwe bisekinin û destûrê nedin ku bên xapandin. Ez naxwazim jinên din jî wekî min bibin qurban. Li dijî desthildatdariya mêr divê em jin her di nava hewldanê de bin."   Jina bi navê Tuba Bessa ya ku li Hollandayê dijiya da zanîn ku li tirkiyeyê ew ji aliyê mêrekî ve bi soza zewacê hatiye xapandin û wiha got:"Kesên ku dixwazin jiyanek aram bijîn divê ji DAÎŞ'ê dûr bikevin. Ez hatim xapandin loma naxwazim kesekî din wekî min bên xapandin."   'Bi hinceta zewacê ez hatim xapandin'   Tubayê diyar kir ku li tirkiyeyê ew hatiye xapandin û wiha got:"Li Hollandayê ez jiyanek aram dijiyam. Lê dema ku min yek ji Tirkiyeyê nas kir û bi soza zewacê ez hatim tirkiyeyê jiyana min guhert. Ez dema hatim tirkiyeyê ez bi wî mêrî re zewicîm. Dawiyê bi zorê bi rêya xapandinê min ji Dîlokê derbasî Sûriyeyê kir. Ji Cerablûsê bi zorê ez birin Dêrazorê. Li wir. Li wir min gelek zehmetî kişand. Me avêtin zindanê. Gelek jin bi tecawiz û îşkenceyê rû bi rû diman. Keçên temenê wan biçûk xwe ji ber zilmê dixeniqandin. Gelek caran me hewl da ku em birevin lê nehiştin. Herî dawî ji aliyê QSD'ê ve em hatin rizgarkirin."   'Bi xapandinê ez tevlî DAÎŞ'ê kirin'   Tubayê herî dawî wiha got:"Dema ez hatim rizgarkirin ji bo min jiyanek nû dest pê kir. Niha ez bextewar im ku hatim rizgarkirin. Bi xapandinê ez tevlî DAÎŞ'ê kirin. Bila hemû jin li ser lingên xwe bisekinin û destûrê nedin ku bên xapandin. Ez naxwazim jinên din jî wekî min bibin qurban. Li dijî desthildatdariya mêr divê em jin her di nava hewldanê de bin.Kesên ku dixwazin jiyanek aram bijîn divê ji DAÎŞ'ê dûr bikevin. Ez hatim xapandin loma naxwazim kesekî din wekî min bên xapandin."