Leyla Guevn 6 roj e nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike 2019-01-09 12:12:35   AMED - Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvn ku li dijî tecîrîda li ser  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 63 roj e di greva birçîbûnê de ye  ji ber pirsigrêkên xwe yên tendirustiyê 6 roj e nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.    Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye ku di 8'ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kir û 63 roj e çalakiya xwe berdewam dike ji ber pirsgirêkên tendirûstiyê ku yên dema grevê ku lê peyda bûne 6 roj e nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.   Li gorî agahiyên ku ji parêzerên wê hatin girtin, Leyla di 4'ê Çileyê de bi alîkariya hevalên xwe yên li qawîşê çûye odeya hevîdtina bi parêzeran re û ev 6 roj e jî ku êdî nema kare derkeve hevdîtinê. Parêzeran diyar kir ku ew her roj ji bo hevdîtinê diçin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê lê ji ber ku Leyla enerjiya tevibigere bi xwe re nabîne nikare bi wan re bikeve têkiliyê û hevîdtinê bike.   Leyla Herî dawî bi keça xwe re hevdîtin kiribû   Leyla ya ku ji ber bandora grevê pirsgirêkên tansiyon, mîde, bêhalî, hesasiyeta li dijî deng û ronahiyê dijî herî dawî di 7'ê Çileyê de bi keça xwe Sabîha Temîkan re û bi lawê xwe yê ku li dervê welêt dijî re ku wê ji Tirkiyeyê biçûna re saetekê hevdîtin kiribû. Wê demê jî hatibû aşkerakirin ku Leyla bi alîkariya hevalên xwe yên li qawîşê hatibû odeya hevdîtinê.   Sabîha diyar kir ku dayika wê li gorî hevdîtina berê bêhtir ji ber greva birçîbûnê westiyayî û kîlo daye, dengê wê êdî gelek hêdî dertê. Sabîha di berdewamiyê de anî ziman ku ew piştî wefata dapîra xwe Cevriye Guven bi birayê xwe re çûne çem dayika xwe û dayika wê bêyî alîkarî nema dikare tevbigere.