Ji 10'ê Çileya 1961'ê heta 2019'an: Rewşa rojnamegeran a îro 2019-01-09 11:45:00   Safiye Alağaş   STENBOL - 170 Rojnameger 10'ê Çileyê Roja Rojnamegeran di girtîgehan de pêşwazî dikin. Rojnamegerên li derve jî diyar kirin ku ew tu serdeman biqasî vê serdemê bi tundiyê re rûbirû nemane û bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê ya li dijî sansur û xespkirina mafên rojnamegeran.     Piştî ku di 4'ê Çileya 1961'ê de li Tirkiyeyê qanûna hejmar 212 ku mafên rojnamegeran diparêze hat qebûlkirin û di 10'ê Çileya 1961'ê de di rojnameya fermî de hat weşandin, 9 patronên rojnameyan (Akşamî, Dunya, Cumhuriyet, Mîllîyet, Huriyet, Tercuman, Vatan, Yenî Îstanbul, Yenî Sabah) ji bo ku vê qanûnê şermezar bikin biryar dan ku 3 rojan rojnameyên xwe neweşînin. Piştî vê biryarê dema ku xuneran rojnameyên 10'ê Çileya 1961'ê girtin destên xwe bi belavoka 9 patronên rojnameyan re ya bi sernavê  "Em weşana rojnameya xwe 3 rojan radiwestînin" re rûbirû man.     Rojnamegeran bi 'Basin Gazetesî' rêya xwe berdewam kir   Rojnamegeran li dijî vê pêşketina ku li Babialî wekî "Buyera neh patronan" cihê xwe di dîrokê de girt, di 10'ê Çileya 1961'ê de ji bo ku xwedî li mafê xwe û li azadiya çapemeniyê derkevin  li ber avahiya Sendîkaya Rojnamegeran kom bûn û heta Walîtiyê meşiyan. Sendîkaya Rojnamegeran jî di civîna xwe ya ku di heman rojê de li dar xist diyar kir ku ew ê heta boykota patronan a 3 rojan berdewam dike bi dawî bibe rojnameyek bi navê " Çapemenî" biweşînin û di 11,12,13'ê Çileya 1961'ê de rojanemeya xwe weşand.   Piştî wê dîrokê 10'ê Çileyê wekî "Cejna Rojnamegeran" hat pîrozkirin lê piştî Darbeya Leşkerî ya 12'ê Adara 1971'ê ji ber ku mafê rojnamegeran hat binpêkirin û azadiya çapemeniyê hat bisînorkirin wekî bertek 10'ê Çileyê êdî nema bû Cejna Rojnamegeran û wekî "Roja Rojnamegerên Dixebitin" hat îlankirin.     Di roja îro de rojnamegerî   Herçend ku qanûna hejmar 212 berhema pêvajoyek tevlihev be jî di 2019'an de jî hîna ev qanûn ji bo rojnamegeran nehatiye asta destkeftiyekê. Îro di qelek saziyên medyayê de kesên qanûna hejmar 212 diparêzin hejmara wan ji sedî 10'an kêmtir e. Piraniya rojnamegerên ku di rojname û televîzyonan de kar dikin hîna xwediyê qanûna hejmar 212 û ne jî xwedî karta Çapemeniyê ya Zer in. Medyaya Înternetê ku cihê îstîhdama sektorê ya nû ye jî dest ji qanûna hejmar 212 birgere nexwedî tu mafî ye.   Zêdeyî 170 rojnameger di girtîgehê de ne   Mafê xebatê li aliyekî Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de li cîhanê di nava welatên paşdemayî de cih digire. Di rêjeay Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ku her sal Rojnamegerên Sînornenas di weşîn de Tirkiye di nava 180 wleatan de bû welatê 157'emîn. Li Tirkiyeyê ku roj bi roj tundiya li ser rojnamegeran zêde zêdeyî 170 rojnameger di girtîgehan de tên girtin, gelekên wan hatine sirgûnkirin û gelek ji wan jî betal hatine hiştin.   'Tundiya li ser rojnamegerên jin zêdetir e'   Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sadiye Denîz Eser, diyar kir ku tenê ji ber nûçeyên çêkirin gelek rojnameger li Tirkiyeyê di girtîgehan de tên girtin. Sadiye diyar kir ku bi taybetî li ser çapemeniya muxalîf tundiye pir zêde heye û wiha berdewam kir: "Di vê serdemê de ji girtina rojname û ajansan bigire heta bi tayînkirina qeyûman çapemenî bi  gelek cureyên êrîşan re rûbirû ye."   Sadiye di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew wekî jinên rojnameger zêdetir bi tundiyê re rûbirû dimînin ji ber ku jin tenê bi tundiya dewletê re rûbirû namînin di heman demê de bi tundiya mêran re jî rûbirû dimînin. Sadiye wiha berdewam kir: "Di fikra ku jinek nûçegîhan nikare li qadê bixebite de ne.  Kameramenekî mêr pir hêsan dikare qameraya xwe bide ser milê jinêeke rojnameger û dîmen bikişîne. Ez bi xwe bi pêkanînek bi vî rengî re rûbirû mam. Herwiha em bi gelek pêkanînên bi vî rengî re dikarin rûbirû bên hiştin. Ji bo me jinan xebata li qadê zahmetir e."   'Di serdema 12'ê îlonê de jî tundiyek wiha li ser rojnamegeran tune bû'   Şefa Nûçeyan a Pîrhatê Nîlgun Mete jî diyar kir ku rojnameger li tirkiyeyê dema xwe ya herî dijwar dibuhêrin û got ku şert û mercên mirov tê de rojnamegeriyê bike tune ye. Nîlgun got ku ew hîna nikarin 10'ê Çileyê wekî cejn pîroz bikirin  û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro tundiyeke zêde ya îktîdarê li ser rojnamgeran heye. Heta roja îro tundiyeke bi vî rengî li rojnamegeran nehatibû kirin. Li gorî hin şîroveyan di 12'ê Îonê de jî tundiyek wiha li rojnamegeran nehatiye kirin."   'Li dijî xespkirina mafan jî divê em bi hev  re têbikoşin'   Lîlgun diyar kir ku hikûmet rojnamegerên di girtîgehan de wekî rojnameger nabîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îktîdar nikare vê diyar bike. Ger ku rojnamegerek li gorî pîvanên gerdûnî  nûçeyan bişopîne û mexdûran biparêze ew rojnameger e. Îkdtîdar nikare vê diyar bike."  Nîlgun di berdewamiyê de got ku derbarê mafên rojnamegeran de jî gelek pirsgirêk hene û ev tişt got: "Ez bê sendîkabûnê û nepêkanîna qanûna 212 rexne dikim."   'Herî zêde mafên jinan tên xespkirin'   Nîlgun anî ziman ku ji bo jinên rojnameger rewş xirabtir e û got ku bê edaletî û binpêkirina mafan herî zêde bandora xwe li ser jinan dike. Nîlgun di berdewamiyê de got ku hejmara rojnamegerên jin gelek kêm e û û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wekî hemû qadên kar, ez di firkra ku li qada çapemenî û medyayê bêhtir jin rastî neheqiyê tên de me."