3 jinên ku hatibûn binçavkirin, hatin berdan 2019-01-09 11:19:00   ENQERE - Dayika zarokên cêwî yên 10 mehî û 2 jinên li Enqerê hatibûn binçavirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Li Enqereyê, di serdegirtinên malan ên 07’ê Çilê de gelek rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û sindîkayan hatin binçavkirin. Dayika du zarokên cêwî yên 10 mehî Sîhan Aydinkaya, jinên binavê Hatîce Beydîllî û Banû Erdogan ên hatibûn binçavkirin, piştî li Midûriyeta Polîsan îfade dan sewqî edliyê hatin kirin.  3 jinên ku duh îfade dan doz ber, bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê jî, li ser vê yekê bi şertê kontrola Edlî û qedexeya derketina derveyî welat, sê jin berdan.   Li bendêye ku 19 kesên dibin çavan de, sibe li Midûriyeta Polîsan îfade bidin.