Çalakiya mertalên zindî didome 2019-01-09 10:32:31   KOBANÊ - Çalakiya Konê Mertalên zindî ku bi dirûşma "Gefên we hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lawaz nake" li Kobanê dest pê kiribû didome.    Çalakiya Konê Mertalên zindî ku bi dirûşma "Gefên we hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lawaz nake" li ber Navenda Hêza Parastina Civakî (HPC) ya Kobanê dest pê kiribû didome. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Em li dijî gefan her li ser piyan in. Ew ê nikaribin bi gefan îradeya me ya xurt têk bibin."   Nêrmîn Ebdulhenan got:"Dewleta Tirk dixwaze axa me dagir bike. Lê em  qebûl nakin ku derbasî ser axa me bibe. Em ê bi can û rihê xwe axa xwe biparêzin. Me hîn Efrîn ji bîr nekiriye. Yên ku Efrîn dagir û talan kirin dê hesab bidin."   Hûda Esaf jî wiha got:"Em û gelê Kobanê yek in. Heta ku xwîn di canê me de hebe em ê dagirkeriyê qebûl nekin. Li dijî gefan berxwedana me didome. Em li dijî gefan her li ser piyan in. Ew ê nikaribin bi gefan îradeya me ya xurt têk bibin."