Waliyê Wanê çalakiya bîranîna siyasetmedarên jin ên Kurd qedexe kir 2019-01-09 09:23:34   WAN - Waliyê bi navê Mehmet Emin Bilmez ê ku nû tayinî Wanê hat kirin qedexeya yekemîn îlan kir. Li gor daxuyaniya walîtiyê hemû çalakiyên ku dê derbarê 3 jinên siyastmedar ên ku li Parîsê hatin qetilkirin de, dê pêk bihata, hatin qedexekirin.    Waliyê bi navê Mehmet Emin Bilmez ê ku nû tayinî Wanê hat kirin hemû çalakiyên dê ji bo jinên siyasetmedar û Kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez bihata lidarxistin, qedexe kir.