‘Leylayê hêz da me’ 2019-01-09 09:09:15   Dîlan Babat   ENQERE - Dotmamên parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di 63’emîn roja greva birçîbûnê de ye, axivîn û girîngiya ku Leylayê daye têkoşîna jinan vegotin. Dotmamên wê wiha gotin: “Cih hat li ser axa xwe têkoşîn da. Dem hat li meclîsê têkoşîn da. Bû dengê kesên rastî zilmê hatin. Cesaret û hêz daye me jî.”   Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û çalakiya wê di roja 63’emîn de ye. Dayika Leyla Guven, Cevriye Guven di 4’ê Çile de jiyana xwe ji dest da.   Dotmama Leylayê, Nuriye Mermer diyar kir ku Leyla ji zarokatiyê de têkoşer bûye û wiha got: “Jinek bixwe bawer e. Pir jîr e. Li ser piyê xwe sekinî. Nîşan da ku divê hemû jin di têkoşînê de cih bigirin. Bi tena serê xwe zarokên xwe mezin kir. Pêwistî bi kesî nedît. Leylayê hewl da bibe dengê jinan. Ev li her derê nîşan da. Cesaretek mezin daye me jî. Nîşan da ku bêyî mêran jin dikarin li ser piya bisekinin. Nîşan da ku em jin bi tena serê xwe dikarin bijîn û bibin xwedî gotin. Leyla şervan e, şoreşger e. Di her qadê de têkoşîn da. Dem hat li ser axa xwe dem hat li meclîsê têkoşîn da. Bu dengê jinên rastî zilmê hatine. Em li cem li Leylayê ne. Divê dewlet demildest daxwazên wê bîne cih.”   ‘Her tim bû çareserî’   Dotmama Leylayê Meral Koçyîgît jî bi lêv kir ku Leyla jinek gelek xurt e û şerê wê yê li hember jiyanê her tim berdewam kiriye û wiha pê de çû: “Leyla her tim bû hêza çareseriyê. Rojekê Leyla hat mala min. Min jî got ‘li şûna tu li wan deran digerî bê li dayika xwe binêre’. Kenya û got ‘Hûn hemû li dayika min dinêrin. Ez ji bo wan têdikoşim. Ji ber vê hewcedariya jinan bi min heye’. Ji ber vê daxwaza Leylayê daxwaza me hemûyan e. Divê her kes deng bide dengê Leylayê. Divê daxwazên wê demildest pêk bên.”