Jin nexşerê diyar dikin: Bêrêxistinbûyin rîsk e 2019-01-09 09:07:54   STENBOL - Jinên ku ‘Hevdîtina Jinan a Tirkiyeyê’ organîze kirin bal kişandin ser girîngiya rêxistinê û diyar kirin ku ji bo wan bêrêxistinbûyin rîska jiyanê ye û got ji vir şûnde wê nexşerê diyar bikin.   164 saziyên jinan û LGBTÎ bi dirûşma ‘Mafên me, jiyanên me û destkeftiyên me yên me ne’ li Stenbolê civîn pêk anîn. Yek ji kesên ku hevdîtin pêk anî Ruya Kurtuluş diyar kir ku êrîşên li hemberî jinan hewcedariya vê civînê derxistiye holê. Ruyayê got wan xwestiye ku bên cem hev û ji bo xurtbûna xwe nexşerê ava bikin.   ‘Em ê nexşerê diyar bikin’   Ruyayê daxuyakirin ku ji bo hevdîtinê bi hemû platformên li Tirkiyeyê re ketine têkiliyê û got ev 2 sal e li Stenbolê bi hemû rêxistinên jinan re zemînek hevpar ava kirine. Ruyayê got: “Ya girîng jî derxistina nexşerê ye. Hatina cem hev a jinan gelek girîng e. Ev jî nîşan dide ku wê di dema biharê de em tevgerek jinan a xurtir wê rêxistin bikin.”   Ruyayê destnîşan kir ku bêyî rêxistibûyin ji bo jinan rîska jiyanê ye û wiha pê de çû: “Ji bo me rêxistin tune be ev rîsk e. Niyeta me ne rêxistinbûnek sîwanê ye. Ji ber em bi rêxistinên jinan ên cuda re hatin cem hev. Nokteyên me yên hevpar hebûn. Mafên me, destkeftiyên me. Em dixwazin wan biparêzin.”   Ji Platforma Em bi Hev re Xurt in Pelîn Çakir jî diyar kir ku li dijî kuştinên jinan, krîza aborî û koçberiyê divê zêdetir têbikoşin û got ev hevdîtin di vî alî de gelek girîng bû. Pelînê daxuyakirin ku hêviya wan ev e ku wê bi pêngavên şênber bimeşin û hêviya wan zêdetir azadî, zêdetir jiyan û yekîtî ye.   Ji Platforma Jin bi hev re Xurt in Cemîle Bakirci jî bal kişand ser zext û girtinan û got di pêvajoyek wisa de hatina cem hev a jinan gelek girîng e û got ew ne parçekirina jinan yekîtiya jinan armanc dikin.