ROJEVA 9'Ê ÇILEYÊ 2019'AN 2019-01-09 09:00:00   *Jinên li Wargeha Penaberan a Rojê ku li Dêrika Rojava ye, dibêjin:"Gef û êrîşên dewleta tirk bandorek neyînî li me jî dike. Loma li dijî gefan em jî li berxwe didin. Divê dagirker dev ji kiryarên xwe yên qirêj berdin."DÎMEN HEYE   *Endama TJK-E Rojda Yildirim diyar kir ku li Parîsê hedefgirtina her sê siyastmedarên Kurd ên jin ne tesaduf bûye û di şexsê Fîdan Dogan de xwestin peyamê bidin xeta enternasyonal. Rojdayê got her îro li dora Şoreşa Rova xeta enternasyonal pêş ketibe teqez bi saya heval Rojbîn pêk hatiye.   *Hevala têkoşîna Sakîne Cansiz, Dîlan Nûrheq derbarê 7'emîn salvegera Komkujiya Parîsê de, nirxandin kir û got:"Di şexsê her sê jinên şoreşger de îradeya gelê Kurd hedef hat girtin. Bi qetilkirina her sê jinên şoreşger demokrasî û aştî hedef hat girtin. Sakîne Cansiz û rêhevalên wê çavkaniya têkoşîna jiyanê bû. Heta em hebin em wan ji bîr nakin."   * Jinan bal kişandin ser girîngiya tifaqa hilbijartinê ya di navbera partiyên Kurd de hatiye avakirin û wiha got: “Ev tabloyek ku bi salane dihat payîn bû. Ev tifaq li dijî êrîşan wê bibe mertalê parastina jinan.” DÎMEN HEYE   *Jinên ku ‘Hevdîtina Jinan a Tirkiyeyê’ organîze kirin bal kişandin ser girîngiya rêxistinê û diyar kirin ku ji bo wan bêrêxistinbûyin rîska jiyanê ye û got ji vir şûnde wê nexşerê diyar bikin.DÎMEN HEYE   *Dotmamên parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di 63’emîn roja greva birçîbûnê de ye, axivîn û girîngiya ku Leylayê daye têkoşîna jinan vegotin. Dotmamên wê wiha gotin: “Cih hat li ser axa xwe têkoşîn da. Dem hat li meclîsê têkoşîn da. Bû dengê kesên rastî zilmê hatin. Cesaret û hêz daye me jî.”   *Di salên dawî de li kafeyan gelek alavên ku ji daran tên bikaranîn balê dikşînin. Gelek aksesuarên ji daran hatine çêkirin li kafeyan wek dekoratîf tên bikaranîn. Di bin navê dekorasyonan de daran dikin qurbana bikarhêneriyê. DÎMEN HEYE   * Yek ji endamên EVEKSEN Durdu Çetîner bang li jinan kir ku di sendîkayan de xwe rêxistin bikin. Yek ji qadên ku herî zêde keda jinan lê nayê dîtin, xebata li malan tên kirinê ye.DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP’a Dêrsîmê Ozlem Toprak diyar kir ku berxwedana siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin, nîşan daye ku jin çiqas xurt in û wiha got: “Sakîneyê berxwedana xwe wekî mîrate hişt. Jin wê li dijî êrîşên li hemberî jinê wek Sakîneyê berxwe bidin. Sakîne li pêş me bû ronahî.”DÎMEN HEYE