Parêzeran ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin cara 779’an serlêdan kirin 2019-01-08 13:23:46   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin cara 779'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçin Îmraliyê.   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Serbay Koklu û Muharrem Şahîn bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin cara 779’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin.   Parezerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve bi hinceta “muxalefeta hewayê heye", “koster xerabe ye", “koster di tamirê de ye", “OHAL heye”  daxwazên wan tên astengkirin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha bi tu awayî agahî jê nayê girtin.