MKGP: Em di sala 2019'an de jî jinan tenê nahêlin 2019-01-08 12:32:10   AMED - Platforma Rojnamgeranên Jin a Mezopotamyayê di rapora xwe ya ku derbarê binpêkirina mafan jinan de aşkera kir diyar kir ku wan di sala 2018'an de jî li gel bindestan û kesên ku mafên wan hatiye binpêkirin cih girtine û ev tişt got: "Em ê bi kelecana ku em bûn parçeyek berxwedanê û bi hêza ku me ji berxwedêran girtiye di sla 2019'an de li gel jinan bin."   Platforma Rojnamgeranên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) rapora xwe ya 2018'an a derbarê binpêkirina mafanên jinên rojnameger de li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê bi daxuyaniyek ku da çapemeniyê aşkera kir. Di daxuyaniya ku hat dayîn de Jin News, Ajansa Mezopotamyayê, rojnameya kurdî e - rojname, belavkarên rojanemyan, endamên MKGP'ê gelek rojnameger tevli bûn. Daxuyaniya platformê ya bi kurdî ji aliyê rojnameger Roza Metîna ve û ya bi tirkî jî ji aliyê berdevka polatformê Ayşe Gunay ve hat xwendin. Ayşe diyar kir ku bi qanûnên RTUK'ê ku hatin derxistin li bidehan organên weşanê cezayê pere û rawestandina weşanê hat biriîn û got ku pêşkêşvan  û rojnameger ji aliyê îktîdarê  ve hatine tehdîtkirin û û hedefgirtin.    Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:   "Li Tirkiyeya ku di qada çapemeniyê de her ku diçe paş ve diçe di 2018'an de jî tablo neguhert. Bi derxistina zagonên RTUK'ê gelek weşan hatin betalkirin, ceza hatin birîn, çêkerên bernameyan û rojnameger hatin tehdîdkirin û hedef hatin nîşandan. Kesên ku ji vê helwesta îktidarê hêz girtin hempîşeyên me ji ser medyaya civakî û bi telefonê tehdîd kirin. Ev bêhurmetiya ku li dijî rojnamegeran tê kirin nayê qebûlkirin. Sîxurtî li ser rojnamgeran ferz dikin. Rojnamegerên ku peywira wan derxistina rastiyê ye bi ferzkirina sîxurtiyê rû bi rû dimînin. Ev şermek mirovahiyê ye. Xebatkarên çapemeniyê yên ku bejna xwe natewînin bi girtin, binçavkirin, çewisandin û gefxwarinê rû bi rû dimînin. Ev pêkanîn û polîtîkayên tirsê dê gavê bi rojnamegeran paş de nede avêtin. Li dijî polîtîkayên çewisandinê baweriya rojnamegeran bêtir zêde dibin û têkoşîna xwe didomînin. Li Tirkiyeya ku ewlehiya rojnameran tune ye, cinayeta Rojnamegerê Suudî Cemal Kaşikçi tesaduf e gelo? Yan tercîhek bi zaneyî ye?    'Rojnameger mecbûr man ku li dijî dadger pîşeya xwe biparêzin'   Piştî OHAL'ê binçavkirina rojnamegeran zêde bû. Di sala 2018'an de jî rojnameger li koridorên edliyeyê bûn. Derbarê wan de gelek doz hatin vekirin. Rojnameger mecbûr man ku li dijî dadger pîşeya xwe biparêzin. Jinên rojnameger ku di bin çavan de lêgerîna tazî li wan hatin ferzikirin û bi pêkanînên ne baş rû bi rû hatin hiştin, rêya têkoşînê hilbijartin. Bûyera ku di sala 2018'an de jê herî zêde deng da jî tayinkirina qeyyuman a li ser Çapxaneya Gunê û Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê bû. Xebatkarên çapxaneyê û rojnameyê hatin girtin. Ji bo çapkirina Rojnameya Welat a bi Kurdî, çapxane nehat dîtin. Li rejîmên ku bi zextan bi rê ve dibin ev pêkanîna tehdîdkirina çapxaneyan tê dîtin. Tirkiye wergeriyaye welatê qedexeyan. Nehiştin rojnameger beşdarî dozên, kesên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin, bibin.    'Em ê li ba kesên ku tên çewisandin bin'   Rojnamegerên ku çewisandina civakê ya bi rêya qeyrana aborî û bertekên li dijî şer kirin nûçe hatin girtin. Medyaya Hawizê rastiya civakê nîşan nade. Serîhildana grevên birçîbûnê yên ku Hevseroka KCK'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven da destpêkirin û li gelek girtîgehan belav bûye, çalakiyên karkeran, çalakiyên Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê û hwd. ji aliyê medyaya hawiz ve nayê dîtin. Em ê wekî çapemeniya azad ne li bal kesên ku diçewisînin em ê li ba kesên ku tên çewisandin bin. Em ê vê yekê bidomînin.    'Bi Jın Tv'yê reng û dengê jinê derdikeve pêş'   Divê em wekî medya û xebatkarên çapemeniyê zimanê zayendperest, zimanê ku tundiyê rewa dike û jinê tune dihesibîne bibînin. Em wekî jinên rojnameger dîsa dibêjin ku em cîhana çapemeniya ku li ser derewan ava bûye qebûl nakin û em ê li her derê têkoşîna xwe bidomînin. Mînaka herî baş jê yek televizyona jinê Jın Tv ye. Bi Jın Tv'yê reng û dengê jinê derdikeve pêş. Dê sala 2019'an ji bo çapemeniyê bibe sala serîhildana bê dem. Em wekî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê kelecana parçeyek ji vê serîhildanê ne û bi sekna xwe ya bi biryar em ê di 2019'an de jî li gel jinan cihê xwe bigirin û em ê biqêrin bibêjin 'Rojanmegerî ne sûc e'."   Jinên  Rojnameger ên ku di sala 2018'an de hatin girtin   *Seda Taşkin *Ozlem Seyhan *Kibriye Evren *Reyhan Hacioglu *Hicran Urun *Pinar Tarlak  *Ece Sevim Ozturk           *Pinar Gayip *Semiha Şahin  *Tuba Bulut *Reyhan Çapan *Serpil Unal *Songul Yucel   Rojnamegerên jin ên ku hatin tehliyekirin   *Şerife Oruç *Pinar Tarlak  *Ece Sevim Ozturk   *Serpil Unal *Songul Yucel *Havva Cuştan   Jinên Rojnameger ên ku li Tirkiyeyê girtî ne   1. Leyla Yildiz, Xebatkara Ozgurlukçu Demokrasiyê  2.Asli Ceren Aslan, Mudura Karê Nivîsê ya Ozgur Gelecekê 3.Ayşe Nazli Ilicak, Nivîskara Rojnameya Yarina Bakiş 4.Burçin Dokgoz, Nûçegîhana Zaman û Cihanê ya Çorumê ya berê 5.Ceren Taşkın, Xebatkara Dengê Hatayê 6. Gurbet Çakar, Xebatkara Kovara bi navê Hêvî ya Jinê 7.Hanım Büşra Erdal, Nûçegîhan û nivîskara kuncikê ya Zamanê ya berê 8.Hatice Duman, Mudura Karê Nivîsê û xwediyê Rojnameya  9.Hicran Urun, Editora Ozgurlukçu Demokrasi 10.Isminaz Temel, Editora ETHA'yê  11.Meltem Oktay, Xebatkara DÎHA'yê 12.Mizgin Çay, Radyoya Karacadagê 13.Pinar Gayip, Nûçegîhana ETHA'yê  14.Reyhan Çapan, Mudura Karê Nivîsê ya Ozgur Gundemê  15.Reyhan Hacioglu, Editora Ozgurlukçu Demokrasi  16.Seda Taşkın, Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê 17.Semiha Mete, Xebatkara Ozgurlukçu Demokrasi 18.Semiha Şahin, Editora ETHA'yê  19.Zehra Dogan, Editora Jinha'yê  20.Tuba  Bulut ,Rojnameya Yeni Yaşam  21.Kibriye Evren, Edîtora JinNews'ê  22.Ozlem Seyhan, Editora Azadiya Welat  23.Neval Aydin, Xebatkara Azadiya Welat  24.Sibel Mustafaoglu, Xebatkara Azadiya Welat  25.Ayşenur Parildak, Nûçegîhana Rojnameya Zaman    Binpêkirinên mafan ên ku di 2018'an de li dijî jinên rojnameger pêk hatin   *13 jinên rojnameger hatin girtin. *6 jinên rojnameger hatin tehliyekirin.  *12 jinên rojnameger ji ber dozên ku dihatin darizandin ceza li wan hat birîn. *3 rojnameger ji 6 doza hatin darizandin û ceza li wan hat birîn.  *58 jinên rojnameger hatin darizandin. *2 jinên rojnameger ji dozên ku dihatin darizandin berat kirin.  *40 jinên rojnameger hatin binçavkirin.  *Teklîfa ajantiya ji bo 2 rojnamegerên jin hat kirin.  *2 jinên rojnamger ji ber nûçeyên li ser medyaya civakî û li ser telefonê hatin tehdîtkirin.  *Polîsan bi ser, Buroya Navendê ya Ajansa Nuçeyan a Jinê, Jin News de girtin û girtek jî nehat girtin.   Weşanên jinê yên ku hatin avakirin   *Di 8'ê Adarê de televizyona jinê Jin Tv hat vekirin.    *Woman TV hat avakirin.   Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê