'Sakîne Cansiz û rêhevalên wê xwedî kesayetek berxwedêr bûn' 2019-01-08 09:01:26   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Hevseroka Bajarê Hesekê Civîn Remo derbarê 6'emîn salvegera Komkujiya Parisê de wiha got:"Sakîne Cansiz û rêhevalên wê xwedî kesayetek berxwedêr bûn. Ev kesayetên bi rûmet ji bo gelek jinan bû çavkaniya têkoşîn û berxwedanê."   Di ser qetilkirina 3 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez de 6 sal derbas bû û hîn berpirsiyarên vê komkujiyê nehatine cezakirin. Derbarê mijarê de Hevseroka Bajarê Hesekê Civîn Remo got:"Her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez xwedî sekneke xurt bûn. Ew sembola jinên azad bûn. Divê perpirsiyarên komkujiya parîsê bên cezakirin."   'Sakîne Cansiz xwedî têkoşînek dîrokî ye'   Civînê da zanîn ku têkoşîna Sakine Cansiz ji bo hemû jinan bû mînak û wiha got:"Bi şoreş û têkoşînên azadiyê Dêrsim cihekî girîng e. Sakineyê xwedî mîrateya têkoşîna Dêrsimê ye. Sakîne Cansiz xwedî têkoşînek dîrokî ye. Em ê heta dawiya emrê xwe ji têkoşîna wê feyzê bigirin. Wê tu carî neheqî qebûl nekir û bejna xwe netewand. Bi têkoşînek bê hempa li dijî zilma dijmin sekinî. Xeta hêza jina azad di têkoşîna Sakîneyan de derbas dibe. Ev têkoşîna dijmin ditirsîne. Em jî hêza xwe ji îradeya jinên wekî Sakîne Cansiz digirin. Em ê her xwedî li mîrateya Sakîneyan derkevin."   'Sakîne Cansiz û rêhevalên wê xwedî kesayetek berxwedêr bûn'   Civînê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Sakîne Cansiz û rêhevalên wê xwedî kesayetek berxwedêr bûn. Ev kesayetên bi rûmet ji bo gelek jinan bû çavkaniya têkoşîn û berxwedanê. Her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez xwedî sekneke xurt bûn. Ew sembola jinên azad bûn. Divê perpirsiyarên komkujiya parîsê bên cezakirin. Zindîkirina rihê têkoşînê ji peywirên herî girîng e. Sakîneyê ev peywira xwe bi cih anî. Em ê jî heta dawî rêya Sakineyê bişopînin."