ROJEVA 8'Ê ÇILEYÊ 2018'AN 2019-01-08 09:00:00   *Hevseroka Bajarê Hesekê Civîn Remo derbarê 6'emîn salvegera Komkujiya Parisê de wiha got:"Sakîne Cansiz û rêhevalên wê xwedî kesayetek berxwedêr bûn. Ev kesayetên bi rûmet ji bo gelek jinan bû çavkaniya têkoşîn û berxwedanê." DÎMEN HEYE   *Derbarê Komkujiya Parîsê de Endama Koordinasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Peyman Aydin got:"Sakîne Cansiz û rêhevalên wê li dijî zihniyeta baviksalarî û zilma bi salan serî netewandin. Loma hedef hatin girtin. Bi hêz û baweriya wan têkoşîna doza azadiyê her zindî ma. Em ê vê mîrateyê bidomînin."   *Jinên Şirnexê ku ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê dest bi xebatan kirin, diyar kirin ku wê kolan bi kolan, mal bi mal bigerin û wiha gotin: “Peywira me ya esas niha dest pê dike. Ji roja qeyûm hatine tayînkirin navê şaredariyan li herêmê tune ye. Gel her tiştî dizane. Hesabpirsîna vê jî hindik maye.”DÎMEN HEYE   *YSK’ê ji bo girtî û kesên ji ber sûcên bi teqsîrê ceza girtine, mafê bikaranîna dengan asteng kir. Nûnera YSK’ê ya HDP'î Pinar Akdemîr ev wek ‘mudaxaleya cewhera mafê hilbijartinê’ nirxand û diyar kir ku YSK’ê biryarên xwe yên ku bi yek dengî ya di hilbijartinên îdarî yê herêmî de di 2004’an de, 2009 û 2014’an de, girtine, binpê kiriye û îçtîhada xwe ji nedîtîve tê.   *Parlamentera HDP’ê Bedîa Ozgokçe diyar kir ku grevên birçîbûnê yê bêdem û dorneveger bangek cidî ye û divê dewlet li hemberî vê demildest gavê biavêje û wiha got: “Daxwaz pir zelal û aştiyane ye. Ger vê bi mudaxaleyek giran tune bikin, dewletê bi awayekî mezin winda bike.”DÎMEN HEYE   * Jinên bi dirûşma ‘Mafên me, jiyan û destkeftiyên me ne’ hatin cem hev hêvî dikin ku hevdîtina wan bandorê li têkoşîna herêmî bike. Jinan da zanîn ku ev pergal dijminê jinên ku îtîraz dike ye û ew vê di şexsê Leyla Guven de dibînin. DÎMEN HEYE   *Hêzên serdest ên cîhanê ku ji têkoşîna jinan tirsiyan her tim pêşengên wan hedef girtin û xwestin pêşî li wan bigirin. Ji Serdema Navîn bigire heta Serdema Modern, ji qetilkirina 120 karkerên jin ên New Yorkê bigire heta qetilkirina Rosa Luxemburg, Ulrîke Meînhof, Xwişkên Mîrabel û Sakîne Cansizan gelek jin hatin qetilkirin. Her ku têkoşîna jinê mezin bû êrîş jî zêde bûn.