Leyla Guven 4 roj e nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike 2019-01-07 12:35:29   AMED - Hat diyarkirin ku Hevseroka KCD'ê û parêzera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 61 roj e di greva birçîbûnê de ye 4 roj e nikare bi parzêerên xwe re hevdîtinê bike.   Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD)  û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li girtîeha Tîpa E ya Amedê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  ji 8'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger kiriye çalakiya xwe di roja 61'emîn de berdewam dike. Leyla ya ku ji bo çalakiya wê ya di roja 60'emîn de duh li ser medyaya civakî kampanyaya piştevaniyê hat destpêkriin, hat diyarkirin ku tendirûstiya wê di xeterê de ye.   Nikare derkeve hevdîtinê   Hat diyarkirin ku Leya ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê yên wekî tansiyon, mîde, bêhalî û hesasiyeta xwe y li hemberî ronahiyê ku zêde bûye di nava 10 rojan de bi awayekî kurt 3 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin kiriye. Hat aşkerakirin ku ev 4 roj in jî Leyla ji ber pirsgirêkên tendirustiyê nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.