'Em ê bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin' 2019-01-07 11:18:21   STENBOL - Jinên TJA'yî ku beşdarî 'Hevdîtina Jinên Tirkiyeyê' bûn gotin:"Li dijî êrîşên sîstemê jin bûn yek. Vê yekê hêz dame. Em ê bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin."   Bi banga saziya LGBTÎ û 164 saziyên jianan bi sedan jin bi dirûşma "Mafên me, jiyana me, destkeftiyên me yên me ne" li Stenbolê hatin gel hevdu û di "Hevdîtina Mezin a Jinê" de rêya têkoşîna hevpar hat nîqaşkirin.    'Divê hevdîtina duyem li Kurdistanê pêk were'   Endama Platfoma Jinê ya Dicle Amedê Ceylan Aslan anî ziman ku ji ber pirsgirikên hevpar ên jinên Tirkiyeyê û yên Kurdistanê hatin nîqaşkirin ew beşdarî civînê bûne û got:"Ji ber zextên siyasî têkoşîna jinên bi zextan rû bi rû dimîne. Vê hevdîtinê loma hêz da gelek jinî. Em jî wekî jinên Kurdistanî ji bo dengên xwe bidin bihîstin beşdarî hevdîtinê bûn. Em ê ji bo hevdîtina duyem pêşniyar bikin ku li Kurdistanê pêk bê. Divê hevdîtina duyem li Kurdistanê pêk were. Her wiha jinên li Tirkiyeyê li dijî tecrîdê disekinin. Em ê bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin."   'Divê hemû jin di qada şaredariyê de çalak bin'   Aktivista Tevgera Jinên Azad (TJA) Hanım Kurum wiha got:"Em wekî tevgera jinê bi salane têdikoşin. Têkoşîna me ya hevpar a saziyên jinan heye. Li pêşiya me hilbijartinên herêmî hene. Divê hemû jin di qada şaredariyê de çalak bin. Bi tayinkirina qayyuman bi sedan saziyên jinan hatin girtin û projeyên wan vala hatin derxistin. Loma em bi awayekî çalak beşdarî hevdîtina jinê bûn. Em hêvî dikin ku ev hevdîtina ji bo vê pêvajoyê dê bibe bersivek erênî."   'Bi jinan re hesreta têkoşîna hevpar heye'   Aktivista TJA'yê Ulker Ozatik wiha got:"Îro wekî jin hatina gel hevdu gelek girîng e. Me daxwaz û çareseriyên hevpar anîn ziman. Bi jinan re hesreta têkoşîna hevpar heye. Divê hevdîtinên bi vî rengî li hemû deran pêk were. Dema em bên gel hevdu û em hêzê ji hev bigirin dê pirsgirêk zûtir bên çareserkirin. Em di heman demê de piştigiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û em dibêjin em vê serîhildanê silav dikin. Serîhildana Leylayê serîhildana me ye."