'Rêhevaltiya rast a bi jinê re, rêgezên şoreşgerî û jiyanê ya Sakîneyê bû' 2019-01-07 09:17:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Gonul Kaya di 6’emîn salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz de ew vegot. Gonul ku hevala têkoşînê ya Sakîneyê bû diyar kir ku di jiyana Sakîneyê de cih ji bêhêvitiyê re tune bû û balkişand ser sekna  jiyana têkoşîna wê. Yek ji damezerînerên PKK’ê Sakîne Cansiz bi hevalên xwe nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez re li Parîsê 6 sal berê hat qetilkirin.    Endama Lijneya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê û aktîvîst Gonul Kaya ku li Ewropayê bi Sakîne Cansiz re xebitîbû, Sakîne vegot.   Gonul Kaya ya bi salan e li Ewropayê dijî û bi Sakîneyê re xebat meşandiye ji ajansa me re axivî.   *Terza xebat û sekna Sakîne Cansiz çawa bû?   Ez her sê hevalên xwe bi rêzdarî bi bîr tînim. Em biryara xwe ya ji kesên komkujî pêk anîne hesab bê pirsîn dubare dikin. Hevalên me 6 sal berê di encama êrîşek alçax de jiyana xwe ji dest dan. Hevala Sakîne, di têkoşînê azadiya jinên Kurdistan û têkoşîna azadiya jinên cîhanê de bûye nûnera terza xebat û seknek pêşeng. Li dijî zîhniyeta serdest a mêr a hezar salî têkoşîn meşandin ji bo jinekê xebat û jiyanek mezin ferz dikir. Ev di nava rastiya Heval Sakîne de hebû.  Daxwazkirina jiyanek azad girîng e. Pêkanîna wê jî seknek pir cuda dixwest. Em bûn şahid ku baweriya Hevala Sakîne ya bi azadiyê çiqas mezin e. Me terza xebat û sekna wê dît. Bêyî ku fikrên xwe tevlî pergala heyî bike, têkoşîn meşand. Ev wisa ne hêsan e. Ev bi hevala Sakîne re bi ser ket.   Wek şoreşgerekê, bi hevalên xwe yên jin re bi awayekî kolektîf û hevpar tev digeriya. Ev terza esas a wê bû. Nedigot biçûk- mezin, xebat çibûna dikir. Bi kêfxweşiyek mezin dikir… Xebat, hela ji bo azadiyê xebatmeşandin ji bo wê kêfa herî mezin bû. Dema bi hevalên xwe yên ciwan re diaxivî jî bi cidiyetek mezin nêzî wan dibû û guhdar dikir.   * Rêbazên çareseriyê yên li dijî pirsgirêkan a Sakînê çawa bû?   Heval Sakîne di têkoşîna xwe ya 40 salî de gelek pêvajoyên dîrokî û zehmet jiyaye. Pêvajoya rêxistinbûna şoreşgeriyê ya yekem a 1970’ê, pêvajoya zindana Amedê û pêvajoya artêşbûna jinê. Di asta pêşeng de di van pêvajoyan de cih girtiye. Heval Sakîne hêza çareseriyê çawa pêk tê fêrî hevalê xwe kiriye. Her tim bi perspektîfek çareseriyê mêze kiriye. Sedem û aliyên wê fêm dikir. Li dijî pirsgirêkan gilîkirin û bêçaretî qebûl nedikir.    *Nêzîkatiya Sakîneyê ya li hemberî jinê ya di têkoşîna giştî de çawa bû?   Hevala Sakîne hem pêşenga tevgera jinê û hem jî pêşenga têkoşîna azadiya giştî ye. Di rêxistibûna xweser a jinê de her tim çalak bû. Her tim bi sekna xwe têkoşîn da. Ev rêgezek têkoşîna me ye. Hevala Sakîne bi jina xwedî hişmend û têdikoşe pir bawer bû. Rêgezên hevaltiya rast a bi jinê re rêgezên wê yên jiyan û şoreşgeriyê bû.   *Sakîneyê îdeolojiya rizgariya jinê çawa digirt dest, çawa dinirxand?   Hevala Sakîne girîngî dida jiyankirina vê îdeolojiyê. Nedixwest di gotinê de bimîne. Di esasa qezenckirina îrade û hişmendiya azad de di pergala rêxistinkirî de têkoşîn girîng didît. Hezkirina welat, çiyayên vî welatî ji bo wê pir cuda bûn. Dema bi xwezayê re dihat cem hev ev hezkirina wê dihat dîtin.    Wê azadî bê rêgez nedidît. Digot divê jiyan di esasa wekheviyê de azad bibe. Rêgeza estetîkê jî li cem wê pir girîng bû. Jiyana wê, axaftin, şêwaza wê ya di têkiliyan de gelek bal dikişand. Xweşikahiya wê ya di îrade û fikrên wê de xwe di cil û berg, sekna fîzîkî ya wê de xwe daye der.   *Bandorek çawa ya Sakîneyê li ser jinan heye?   Heval Sakîne li her derê bal dikişand. Otorîteyek wê ya xwezayî, hêzek wê ya bi bandor hebû. Jinan bi wê re nîqaş kirin, fikirîn û parve kirin, bi hezkirinek mezin xwestine. Li dijî tiştên şaş rexneyên tund kiriye,nehiştiye tiştek îradeya wê û mirovan bişkîne. Bi me re têkiliyek wekhev a mezin afirand.   *Bîranînek we ya bi Sakîneyê re ku we ji bîr nekiriye heye gelo?   Bîranînên me gelek zêde ne. Em ji bo civînekê ligel hev bûn. Cihê em lê bûn pir xweş bû. Her der şîn bû, gol hebûn. Hevala Sakîne sibehê zû radibû spora xwe dikir û gelek kêfxweş dibû. Wek zarokan bû. Her sibeh di taştê de nebat kom dikir, me di taştê de dixwar. Goşt nedixwar. Hevala Sakîne li her derê hevalên xwe difikirî. Tiştek bidîta digot em bibin ji hevalan re.   *Sakîne çawa nêzî felsefe û fikrên Abdullah Ocalan dibû?   Nêzîkatî û girêdayîna wê ya li hember Rêber Ocalan pir kûr bû. Rêber Ocalan bêguman ne tenê rêberê gelekî ye. Têkoşer û lêgerînvanê azadiyê ye. Kesekî li civaka azad li mirovên azad digere ye. Azadiyê bi wekhevî, hevaltî û azadiya jinê dide pêş. Rêberê avakirina riya vê têkoşînê ye. Heval Sakîne jî bi evînek mezin a azadiyê ketiye vê riya têkoşînê. Di têkoşîna azadiya jinê de jî di vê esasê de pêşengî kiriye.   *Armanca komkujiya Parîsê çi bû? Li pişt perdeya komkujiyê kîjan hêz hene?   Pêvajoya komkujiya Parîsê girîng e. Rêber Ocalan di seranserê jiyana xwe de li dijî serdestan têkoşîn daye. Li dijî polîtîkayên şer yên serdestan her tim gotiye ‘çareserî, aştî’. Heval Sakîne jî ji bo vê her tim hewl daye. Di dawiya 2012’a de hat xwestin pêvajoya çareseriyê pêk bîne. Dewleta Tirk li aliyekê li Îmraliyê hevdîtin da destpêkirin li aliyê din jî pêşengên Tevgera Azadiya Kurd hedef girt. Peyama ‘Hûn neyên ser xeta min ez ê we îmha bikim’ li Parîsê dan. Ev peyam ji bo Rêber Ocalan bû. Heval Sakîne nûner û sembola berxwedanê bû. Ev êrîş di şexsê wê û hevalê wê de pêk hat.   *Hûn pêvajoya komkujiya Parîsê ya heta îro hatiye çawa dinirxînin? Di neronîkirina komkujiyê de rola Fransa û Tirkiyeyê çi ye?   Di ser komkujiya Parîsê de 6 sal derbas bû. Tetikêşê bûyerê hat girtin, lê pirsgirêk ne tenê dîtina kujer bû. Ev bûyer ne bûyerek ku şexsî hatiye kirinê ye. Ev cînayetek siyasî ye. Ji bo kujer dawî gotin ji ber nexweşiyê miriye. Ji serî de me got divê berpirs bên darizandin, hesab bê dayîn. Jin û gelê Kurd ji bo vê 6 sal in têdikoşin. Bang kirin. Berpirsyariya Fransayê di bûyerê de gelek mezin e. Li pişt deriyên girtî Fransa û Tirkiyeyê hevdîtin kirin. Em texmîn dikin çi lîstik hatine lîstin. Endamên MÎT’ê yên di operasyonek li hemberî gerîlayan de hatin girtin der barê komkujiyê de agahiyên şênber dan. Rola dewleta Tirk û Erdogan a di komkujiyê de îtîraf kirin.   Edalet û hiqûqa Fransayê peywira xwe neanî cih. Yekê komkujî pêk anî ya din jî bêdengiya xwe parast. Heta ev têkoşîna me encamê bigire wê bidome.   *Xebatên nîvco yên Sakîneyê hebûn gelo? Bendewariya Sakîneyê ya ji jinan çi bû?   Xebata herî mezin a hevala Sakîne li djî hemû astengiyên li pêş azadiya gel û jinan, meşandina xebatan bû. Di alî şoreşgereke ku evqas daketiye nava civakê de ev xebat teqez nîvco nemaye. Rêhevalên rast ên Sakîne, Leyla û Fîdanê têkoşîna wan didin berdewam kirin. Di 6’emîn salvegera komkujiya Parîsê de her sê hevalên xwe bi bîr tînim û biryara xwe ya ku bendewariyên hevalên xwe wê bînim cih  carek din dubare dikim. Li hember bîranîna wan bi rêzdarî serî ditewînim.