'Jina rojnemeger şopdarê rastiyê û evîndara jiyana azad e' 2019-01-07 09:07:14   Ronîda hacî    HESEKÊ-Endama Rêveberiya Radiyoya Dengê Orkêş Raperîn Orkêş tekez kir ku jinan di şoreşa Rojavayê kurdistanê de gavên pir girîng avêtin û wiha got: “Jin dengê rastiya civakê ye û rastiya civakê derdixe holê.“   Endama Rêveberiya Radiyoya Dengê Orkêş a Bajarê Amûdê Raperîn Orkêş diyar kir ku rola jina rojnemevan di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de roleke pir girîng û pîroz e û wiha got “di Şoreşa Rojavayê kurdistanê de jin di her qadê de xwe xwedî roleke pir girîng û pîroze. Di her qadê de Û bi taybetî jina Rojnemevan ji bo derxistina rastiya civakê têkoşînekê pir mezin meşand.”   ‘Jin şopdara rastiyê û evîndara jiyana azad e'   Raperînê di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di kesayeta gelek jinan de, gavên pir pîroz hatin avêtin. Di rêya ragihandina rastiyan de  Dilîşanan û Nûjiyanan jî jinên rojnemevan ên ku gihîştin şehadetê ne. Jina rojnameger şopdarê rastiyê û evîndara jiyana azad e.”   ‘Jinên Rojnameger bi pênûsa xwe şer dikin‘   Raperînê da zanîn ku di Şoreşa Rojava jin bi çek û pênûsa xwe şer dikin û wiha got: “Ya ku dikare rastiyê ji raya giştî re derxîne holê jin e. jin bi hest, wijdan û fikira xwe kar dike. Lewma îro roj êrîş li ser pênûs û fikira jinê tên kirin. ji ber ku desthiladar jinê wekê xeteriyeke ji bo  polîtîkayên xwe yên qirêj dibînin û bi armanca ku kiryarên wan werin veşartin û ji raya giştî re neyên parvekirin jinê asteng dikin.”   ‘ked û rastiya jinê nimûneya azadiyê ye ‘   Raperînê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hezkirina azadiyê ,hezkirina tevlîbûna şoreşê; hezkirina ji kar û xebat ye.  Ev tevlîbûn wê civakeke azad û demokratîk ava bike. Jin bi ked û rastiya xwe nimûneya azadiyê ye."