ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2019'AN 2019-01-07 09:00:00   *Desteya jinê ya Bajarê Minbicê bi armanca jin ji nav çar dîwaran derkeve ji jinan re care yekemîn li Minbic dirunxaneyek vekir. BI DÎMEN   *Endama Rêveberiya Radiyoya Dengê Orkêş Raperîn Orkêş tekez kir ku jinan di şoreşa Rojavayê kurdistanê de gavên pir girîng avêtin û wiha got: “Jin dengê rastiya civakê ye û rastiya civakê derdixe holê.“ DÎMEN HEYE   *Çalakiya Mertalên zindî ya li ser sînorê Bajarê Serêkaniyê û bakurê Kurdistanê di roja xwe ya 20'emîn de berdewam e. Jinên ku tevli çalakiyê bûn diyar kirin ku weke jinên rojavayê Kurdistanê ew ê li hemberî gefên Erdogan heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. BI DÎMEN   *Aborîst Pelîn Kilinçarslan diyar kir ku ji ber krîza aborî malbat deyndar dibin û yên herî deyndar jî kesên ku dahatuya wan a mehane kêmtir in. Pelînê wiha got: "Deynê malbatan di serê salên 2000’î de ji sedî 4,5 bû û niha derketiye ser ji sedî 50’yî."BI DÎMEN   *Derbarê Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş de ji ber axaftina wê ya di mîtînga Newroza Wanê ya 2018’an de bi daxwaza destnedana wê rabe fezleke hat amadekirin.   *Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan diyar kir ku ew wê li dijî nêzîkatiya YSK’ê ku EMEP di nav partiyên dikevin hilbijartinê de nîşan nedaye îtîraz bikin û wiha got: “Di hilbijartinan de divê bi feraseta şaredariya gel re hevkarî pêk bê. Em difikirin ku hêzên demokrasiyê bi platforma hevpar û bi namzetê hevpar yê platformê biçin hilbijartinan. Em li ser vî esasî xebatên xwe dimeşînin.”   *Santrala Termîkê ya Sîlopiyayê ku girêdayî Koma Cîner e, bi rêbaza kargeriya madenê ya vekirî bi salan e ji herêma Çiyayên Cudî asfaltê derdixe û ev jî rê li ber qirkirina xwezayê vedike. Ji ber madenê, 2 girên herî mezin ên herêmê li ber tunebûnê ne.BI DÎMEN   *Gonul Kaya di 6’emîn salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz de ew vegot. Gonul ku hevala têkoşînê ya Sakîneyê bû diyar kir ku di jiyana Sakîneyê de cih ji bêhêvitiyê re tune bû û balkişand ser sekna  jiyana têkoşîna wê. Yek ji damezerînerên PKK’ê Sakîne Cansiz bi hevalên xwe nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez re li Parîsê 6 sal berê hat qetilkirin.