Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê berdewam dike 2019-01-06 16:01:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêrê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi komeke nû ya ku dest bi grêvê kirî didome, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a Nasir Yagiz jî di roja 47'an de didome.    Li Hewlêrê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi komeke nû ya ku dest bi grêvê kirî didome, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a Nasir Yagiz jî di roja 47'an de didome.   Basê Brahîm ku di koma nû dest bi çalakiye kiriye de cih digre got ku Kurd bi salan e li dijî êrîşên dewleta tirk têdikoşin û domand:  ''Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bidome berxwedana me jî heta dawiyê wê bidome. Li dijî tecrîdê divê kes bêdeng nemîne, divê her kes li dij derkeve. Li çar parçeyên Kurdistanê, Gelê Kurd bi yekîtiyê divê li dijî êrîşan û tecrîdê raweste.''   Endamê HDP'ê Nasir Yagiz jî greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ev 47 rojan bi tena serê xwe didomîne.