Sêvê, Pakîze û Fatma li ser gora xwe hatin bîranîn 2019-01-06 14:11:10   ŞIRNEX -  Sê siyasetmedarên kurd Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir li ser gora xwe hatin bîranîn.     Di 4'ê Çileya 2014'an de ku li Sîlopiya Şirnexê çalakiyên ji bo xweseriya demokratîk berdewam dikirin, Endama PM'a HDP'ê Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir, ku dema ji taxekê derbasî taxekê dibûn li aliyê hêzên tirk ve hatin qetilkirin di 3'emîn salvegera ji destdayîna jiyana xwe de li ser gora xwe hatin bîranîn. Ji ber rêya xirabe ya goristanê tenê dayikên wan Sakîne Demîr, Hatîce Uyar û Behiye Nayir karibûn bikevin goristanê.    Li gel dayikên ku ku zarokên xwe bi bîr anîn û li ser gora wan dua kirin Hevseroka Şirnexê Zeynep Unat jî cih girt.