Malbatên girtiyan: Deng bidin Leylayê têkoşînê mezin bikin 2019-01-06 09:03:02   COLEMÊRG - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hatiye destpêkirin, li girtîgehan belav dibe. Malbatên girtiyan piştgirî dan çalakiya birçîbûnê û gotin ku têkoşîna Leylayê pêl bi pêl mezin dibe, bêdeng nemînin têkoşînê mezin bikin.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê di 8'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kiribû, greva birçîbûnê di roja 60’emîn de berdewam dike. Piştî vê li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê girtiyên siyasî jî bi daxwaza dawî li tecrîdkirina Abdullah Ocalan bê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Girtiyan ji 27'ê Mijdarê ve dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribû. Greva birçîbûnê li girtîgehan belav dibe. Têkîldarî greva birçîbûnê malbatên girtiyên siyasî axivîn. Malbatan çalakiya greva birçîbûnê slav kir û gotin ku ew jî piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê.    ‘Serkeftin a me ye’   Sînem Erol anî ziman ku greva birçîbûnê daxwazeke rewa ye û got ku divê daxwaza bi dawîkirina tecrîtê pêk bê û wiha axivî;” Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir û li girtîgehan belav bû ez pîroz û slav dikim. Ev çalakî çalakiyeke dîrokî ye. Di Rojhilata Navîn de herkes baş dizane ku Leyla Guven bi vê çalakiyê berpirsyariyek dîrokî pêk aniye. Zilm, dagirkerî û hêzên nijadperest bi vê çalakiyê têk çûne. Bi salane li Tirkiyeyê li ser girtîgehan tecrîteke giran heye. Berê jî çalakiyên bi vî rengî pêk hatine û ev çalakiyan gihaştine armanca xwe. Em ji dil û can bawer dikin ku çalakiya ku bi pêşengiya Leyla Guven hatiye lidarxistin wê bigihîje serkeftinê. Em heta dawiyê piştgiriyê didin greva birçîbûnê. Serkeftin a me ye.”    ‘Bi çalakiya greva birçîbûnê rihê Kemal Pîran di girtîgehan de zindî kiriye’   Malbata girtiyan Esmer Koç jî greva birçîbûnê ya li zîndanan hatiye destpêkirin slav kir û wiha got:” Daxwaza me ew e ku ev tecrîta li ser Gelê Kurd bi dawî bibe. Girtîgeh kirine wargehên zilmê. Li Tirkiyeyê girtîgeh bi mirovên bê suc tije kirine. Leylayê bi vê çalakiyê li cîhanê  deng vedaye. Bila baş bê zanîn ku têkoşîn tu car bi dawî nabe. Zilm çiqas hebe, têkoşîn ewqas dê geş bibe. Divê ev tecrît bi dawî bibe û deriyên girtîgehan bên vekirin. Leylayê bi vê çalakiyê rihê Kemal Pîran li girtîgehan de zindî kiriye. Em heta dawiyê piştgiriyê didin çalakiyê. Werin tecrîtê bişkînîn.”    ‘Leyla pêl bi pêl mezin dibe,bêdeng nemînin têkoşînê mezin bikin’   Şemse Engîn jî da zanîn ku divê gel deng bide zîndanan û got ku rihê têkoşînê di girtîgehan de zindî bûne û wiha dom kir;” Di girtîgehan de binpêkirina mafan gihaştiye asta herî jor. Gava ku em diçin hevdîtinan em bi muameleyên nebaş re rû bi rû dimînîn. Ji xwarinên wan bigirin heta serşuştina wan zilm e. Kurê min jî di girtîgeha Wanê tîpa T’yê de ji bo tecrîtê şermezar bike 27 roj e di  greva birçîbûnê de ye. Niha qedexeya hevdîtinan anîne. Em nikarin biçîn hevdîtinan. Ez heta dawiyê piştgiriyê didim çalakiya kurê xwe. Li dijî vê zilmê têkoşîn rewa ye. Rewşa Leylayê ber bi xetereyê ve diçe. Divê Gelê Kurd ji qêrina Leylayê re bibe deng. Têkoşîna Leylayê pêl bi pêl mezin dibe, bêdeng nemînin têkoşînê mezin bikin.”