Pîrozbahiya Cejna Batizmê li Şengalê didome 2019-01-05 16:07:58   ŞENGAL - Meclîsa TAJÊ û gelê Şengalê di pîrozbahiya Cejna Batizmê de Mam Şengalî bibîr anîn.    Cejna Batizmê ji aliyê Êzidiyan ve her sal tê pîrozkirin. Îsal jî li Şengalê Cejna Batizmê tê pîrozkirin û Êzidiyan bi vê yekê Mam Şengalî jî bi bîr anîn.    Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Dijwar Cemal derbare Cejna Batizmê de got:"Di serî de Cejna Batizmê li hemû civaka me Êzîdî pîroz dikim. Di şexsê Mam Zekî û malbatê Mam Zekî de li hemû Êzidiyan pîroz dikim. Hêvî dikin ev cejin bibê sedema xêr û xweşiyan."   Endama Rêveberiya Meclîsa TAJÊ Ferîde Şengalî jî wiha got:"Me gelek dixwest ku îsal jî Mam Zekî di navbera me de ba û me bi hev re Cejna Batizmê pîroz bikira. Em hêvî dikin ku ev cejna bibe sedema aştî û azadiyê."