Xizmên Windayan:Bila daxwaza kesên ketine greva birçîbûnê bê qebûlkirin 2019-01-05 15:54:38   AMED – Şaxên ÎHD’ê û Xizmên Windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan pirsîn. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun xwest daxwaza Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 59 roj in di greva birçîbûnê de ye bînin cih.    Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 517’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li avahiya komeleya xwe li dar xist. Gelek nûnerên rêxistinên civakî, rêveberên partiyên siyasî û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Yavuz Kayran ê di sala 1995’an de bi îdiaya ji Tabura Sînor a 1’emîn reviyaye û heta îro agahî jê nehatiye girtin pirsîn.     Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun axivî û diyar kir ku têkoşîna xizmên windayan têkoşîna hevrûbûna bi rabûrdûyê re û heqîqetê ye. Zeytun bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Tecrîd bi awayek bêhiqûq didome. Ev tecrîd li dijî hiqûqa navnetewî ye. Niha bi sedan girtî di li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Çalakiya Leyla Guven gihîşt roja 59’emîn. Divê demildest daxwaza Leyla Guven bînin cih.”    Rêveberê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka Yavuz Kayran ê di sala 1995’an de bi îdiaya ji Tabura Sînor a 1’emîn a Kîlîsê reviyaye û heta îro agahî jê nehatiye girtin xwend û li aqûbeta wî pirsî.