Li Girtîgeha Kirikkaleyê lêpirsîna greva birçîbûnê 2019-01-05 15:50:42   KIRIKKALE - Parêzeran diyar kirin ku rayedarên Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale vîtamînên B12 û B1 nadin girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê.    Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye di roja 59’an de berdewam dike. Piştî çalakiya Leyla Guven dest pê kir, li gelek girtîgehên din jî bi sedan girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale jî girtiyan di 26'ê Kanûna 2018'an de dest li çalakiya grevê ya bêdem û bêdorveger kirin. Girtiyan bi rêya parêzeran diyar kirin ku rayedarên girtîgehê vîtamîna B1 û B12 nadin girtiyên ku di çalakiya grevê de ne. Girtiyan bi riya parêzeran anîn ziman ku li girtiyan cezayê hevdîtina vekirî birîne û mafê girtiyan ê sohbetê jî ji destê wan girtine. Girtiyan destnîşan kir ku nameyan jî asteng dikin û ragihandinê li wan qut dikin. Her wiha derbarê girtiyên ku ketine greva birçîbûnê lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Parêzeran ku roja înê bi girtiyan re hevdîtin kirin, diyar kirin ku Girtiyên Tîpa F a Kirikkale Îsmet Akın, Davut Onder, Sedat Alçiçek, Emrah Ubiç, Îsa Îpeklî û Kerem Îmrak ji 26'ê Kanûnê de dest bi çalakiyê kirine û çalakiya xwe berdewam dikin.